Diyarname
Di maça nîvfînalê ya Lîga Şampiyonan de îşev Barcelona û Manchester United wekî hev man: 0-0
Di maça ku li Spanyayê di sehaya Nou Camp a Barcelonayê de hate lîstin Barcelonayê bi lîstina xwe zora Manchester United bir lê di dawiyê de nekarî golê bavêje û maç bê golavêtinê bi dawî bû.
Her wiha di deqîqeya sisêyan de lîstikvanê Manchester Unitedê Ronaldo penaltî avêt lê nikarî golê bavêje.
Maça diduyan a di navbera her du tîman de dê roja 29'ê mehê li sehaya Manchester United li Old Traffordê li dar bikeve û kî bi ser bikeve dê fînalê bilîze.