Amed
Romanivîsê kurd Mehmed Uzun di 3'yemîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.
Mebûsê BDP'ê Hamit Geylanî, Şaredarê Sûra Amedê Abdullah Demirbaş, Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin Metin Kilavuz, nivîskar Îrfan Baboglu, Şehmus Diken, Serokê Odeya Tabîbên Amedê yê berê Selçuk Mizrakli, rêveberên rêxistina bajêr û navçeyên BDP'ê, malbata Uzun jî di nav de komek mirov çûn ser gora Uzun a li Goristana Deriyê Mêrdînê û ew bibîr anîn.
Di bîranînê de helbesta ku mebûs Hamit Geylanî ji bo Uzun nivîsandibû xwend.
Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin Kilavuz jî da zanîn ku Uzun wijdanê gelê kurd e û bêmirin e.
Jina Uzun Zozan Uzun jî sipasiya xwe pêşkêşî kesên hatine bîranînê kir û got: "Par Serokê ÎHD'a Amedê Muharrem Erbey û Serokê BDP'a Amedê yê Berê Firat Anli jî beşdarî bîranînê bûn. Xwezî ew jî li vir bana. Ez hêvî dikim di bîranîna salvegera 4'emîn de ewê jî li vê derê bin."
Piştî axaftinan dia hatin kirin û qurnefîl danîn ser gora Uzun.


