Cenevre
Li Zanîngeha Cenevreyê ji bo dersa kurdî serdema duyemîn duşema pêşiya me dest pê dike. Mamosteyê dersê Yeqîn H. ye.
Dersê piştî çend salan carekê din di 1ʼê sermaweza 2019'an de dest pê kiribû. Niha hefteyê carekê roja duşemê du saatan dikişîne. Ders li ser gramer, rastnivîs, xwendin û nivîsandina kurmanciyê ye.
Serdema yekê 12 şagirtê dersê hebûn. Yeqîn H. hêvî dike ku şagirt zêde bibin û pola duyem jî vebe.
Yeqîn H. xelkê Merdînê ye û sertîfîkaya mamostetiyê ji Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê wergirtiye. Ew bi xwe nivîskar û stranbêj e. Du pirtûk û du albûmên wî derçûne.
Komeleya Xwendekarên Kurd ya Cenevreyê dersê organîze dike û zanîngeh jî salonê dide. Yeqîn H. dibêje, “Komeleya Xwendekaran got, em wekî xwendekarên kurd dixwazin dersa kurdî bibînin. Tu dikarî dersê bidî. Paşê komeleyê ji zanîngehê cîh xwest. Daxwaz qebûl bû û dersê dest pê kir."
Yenî Ozgur Polîtîka