logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Pîroziya li ser çemê Pêrê Keleha Baxînê

Çemê Pêrê/Periyê jî ji çiyayê Bîngola ku wek çavkaniya çeman tê zanîn, derdikeve, di ser Endersiyê (Yedisu) re tê ava ji

  • Dîrok: 01/02/2020
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Fêrgîn Melîk Aykoç

Çemê Pêrê/Periyê jî ji çiyayê Bîngola ku wekî çavkaniya çeman tê zanîn, derdikeve, di ser Endersiyê (Yedisu) re tê ava ji aliyê çiyayê Baxirbaba ve tê digire û di biniya bajarê Gexiyê re derbas dibe, ava çemê Azî (Azapêrtê) jî tevê xwe dike, ji gundê Oxçiyan pêve jî di navbera sînorê parêzgeha Dêrsim û Elezîzê de rengê sînorekî xwezayî digire. Rojhilatê çem axa navçeya Depê (Karakoçan), Rojavayê wê navçeyên Dêrsimê Mazgirt û Kilîsek (Nazmiye) hene. Di têgîhîştina gelê me de Gexî û Dep jî di nava xaka Dêrsimê de ye, yanê Dep jî Dêrsim e.

Piştî dagirkeran li gor têgîhîştin û ewlekariya dewleta xwe, parêzgeh û heremên me yên xwezayî parçekirin, tevlihevikê jî afirandin. Ji wê her çendî gundê Baxînê girêdayîyê Mazgirtê jî be, keleha Baxîne bi kêmasî 20 km ji Mazgirtê dûr e û gelek nêzîkê Depê (Karakoçanê) ye. Ji Depê bi qasê 10-11 km dûr e. Gundê Baxînê mezra gundê Faracê ye, lê di ber gundê Çeleqasê de ye. Kesên keleh û germikên Baxînê ziyaret dikin, di ser Depê re diçin Baxînê.

Li başûrê gundê Baxînê hima li devê çemê Pêrê germik heye, Her wisa 2 – 3 km jêrê wê germikê jî germikên Golanê (girêdayê Depê ye) hene. Her çendî germikek li viyalî yek jî li wiyalî çem e, ji mîneral û germahiya ava germikan mirov têdigihîje ku herdu ji heman çavkaniyê ne.

Ev çemê Pêrê ji Endersiyê (Yedîsu) bigire hetanî dikeve ser bendava Kebanê, ne tenê jiyan daye xwezayê, bûye mijara bi dehan stranan. Di nava van stranan de strana herî zêde tê hezkirin, strana “Îsmaîlê Çemî” ye, bi melodiya hozanê nemir yê 38an Silê Qiz lê bi zarava Kurmancî tê stran. Li ser Baxîn û keleha Baxînê jî gelek stran hene.

Keleha Baxînê li ser girekî volkanîkê ku li bakurrojavayê Baxînê ye, hatiye lêkirin. Dîwarê kelehê hêrifîne, hatine xwarê. Mirov ji teraştina keviran, di kevirê kewke de bi cihkirina wan, her wisa ji çalavên gorîkirinan û li ciheke wiha stratejîkê li ser rêyan avakirina wê têdigihîje ku ev keleh ta ji dema Ûrartuyan ve maye. Derê wê li aliyê çemê Periyê ango li bakurrojhilatê Baxînê vedibe. Mirov bi derenceyekê ve hildikişe û dikeve nava kelehê. Di navenda kelehê de odeyeke mezin ya di baxir de hatiye kolan heye. Li gel wê çend jûr ên ku ji bo parastina xwarinan jî di baxir de hatine kolan. Wekî kelehên Urartu yên din di vir de jî derencên di baxir de wekî tunelekî dadikevin jêr devê çem, hene. Lê ji kelehên din cudatir e, derence li pey hev dikeve odeyên ku di baxir de hatine kolan û bi wî awayî hetanî devê çem diçe.

Min di nivîsên din de jî destnîşan kiribû ku avadaniyên her serkarî û serweriyê bi serê xwe xwedanê hin taybetmendiyan e. Em ji vir dizanin ku kîjan avahî yan jî keleh berhemê kîjan şaristaniyên e. Di keleha Baxînê de ev hê zelaltir xuya dike. Ji nivîsên mixî yên di vê kelehê de hatine dîtin, forma teraştina keviran, ew tunelên di kelehê de hatine kolan destnîşan dike ku mirov bikane bi zelalî bibêje; ev keleha di dema Keyê Urartuyan Menua de hatiye lêkirin. Di wê nivîsê mixî ya Muzeya Elezîzê de ye, tê nivîsandin ku Key Menua kesê bi navê “Titia /nî” wekî fermandêr daye ser parêzgeha “Lu en. Nam”.

Li bakur û nêzîkê derê kelehê di zinar de goreke hatiya kolan, mixabin, ev bi aliyê mirovên ku li gencineyan gerane ve hatiye ruxandin. Gora din jî li berpalê bakur di baxir de hatiye kolan, li gor agahiyên arkologên li ser kelehê lêkolîn pêkanîne; derê wê 70 x100 cm ye, di hundirê şikeftekê bi berahiyeke 200 x 150 û bilindahiyeke 100 cm yê de ye. Cihê gorê jî bi berahiyeke 100 x 50 cm û 50 cm kûr e. Lê niha vala ye. Nayê zanîn ku wan rasterast mirî di vir de veşartine, yan jî xweliya bedena wan kirine vê gorê.

Wekî piraniya kelehan li ser vê keleh û devera li dor kelehê jî efsaneyeke taybet heye. Li gor vê efsaneyê, keyê Selçûkiyan Aladdin Keykubat pîrekî kamil ê nav “Kuresu” ku ji devera Kîrmanşanê ji nava pîrên Yarsaniyan derketiye, hatiye, bi teve kesekî li vir davêje tendûra bi agir ximximî, lê agir herduyan naşewitîne. Ew pîrê kamil dû re bi keçeke eşîra Lolanên ji herêma Lolana ku li Kurdistana Başûr e, hatine re dizewice û ji zarokên wî eşîrek pêktê, ev eşîr jî wekî Hesenan, Heyderan navê bavê eşîrê “Kurêsu” digire. Lema ji bo tevahiya eşîrê û “Ra Heq” (Ehlî Haq) Baxîn ciheke pîroz e. Her wiha ji keleha Baxînê çend km wê de jî koyê (çiyayê) Duzgin Bavayî heye. Dîsa li gor gotinan kurê Kurêsu yê mezin Haydar li wir bi awayê efsaneyekê kirasguheriye, ji wê ew der jî niha ji bo “Ra Heq” ziyaret e.

Bi kurtî be jî min hin agahiyên li ser vê Keleh û herema ji bo gelê me ciheke xwerû û pîroz e jî civand û pêşkêş kir. Em ê di kelehek din de dîsa bi hev re bin. Ji me hemûyan bi taybetî jî tevgera me ya azadiyê re serkeftin.

31.01.2020, Yenî Ozgur Polîtîka


Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Helbesta kurdî ya nûjen û bindestî

ad

PDK'ê nehişt Heyeta YNK’ê here Rojava

ad

BDP bi hemû mebûsên xwe diçe Wanê

ad

Pêvajoya hilbijartinê dest pê kir

ad

Helbestvan Berken Bereh qala kovara Tîrêjê kir

ad

Li dijî 'dîwarê şermê' zincîreke mezin hate çêkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname