Diyarname
Par ji Weşanên J&J'yê pirtûka Devliken Kelogirî bi navê "Leylan" bi kurdî derketibû, niha jî pirtûka Selahattin Demîrtaş bi navê "Leylan" bi tirkî ji Weşanên Dîpnotê derket. Ji ber hemanbûna nav nîqaşek li nav raya giştî derket. Li ser vê Weşanên J&J'yê daxuyaniyeke weşand û mesele zelal kir.
Weşanên J&J di 22yê avrêla 2011'ê de dest bi weşanê kiriye û heta niha gelek pirtûk li wêjeya kurdî zêde kiriye. Kordînatorê Giştî yê J&J'yê Azad Zal daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de qala nîqaşa ku hatiye kirin tê kirin û li ser vê wan xwe gihandiye Demîrtaş jî. Demîrtaş wisa gotiye: “LEYLANa ku ji J&Jyê derketiye bi kurdî ye, ya ku me lê kiriye bi tirkî ye. Ev her du berhem bi neyînî li ser hev bandor nakin. Her du jî li xwendevanan pîroz bin!”
J&J dibêje ew jî bi heman awayî difikirin, ew qîmetê didin hemû berhemên wêjeyî û di dawiyê de wisa tê gotin: "Wekî encam; Rêzdar Selahattin Demirtaş di mercên zindanê de, bi hêza berxwedêriyê roman nivîsiye û ev roman ji aliye xwendevanan ve ew ê bê xwendin û bê nirxandin. Em vê berhemdariyê bi qîmet dibînin. Ev dibe ku bi tirkî hatibe nivîsîn, dibe ku bi zimanekî din hatibe nivîsîn. Divê hurmetdarî ji vê tecihê re bê kirin.
Rêzda Devliken Kelogirî bi terzê nivîskariya xwe roman nivîsîye û ev roman jî ji aliyê xwendevanan ve tê xwendin û tê nirxandin, her wisa ew ê bê xwendin û bê nirxandin. Em vê berhemdariyê jî bi qîmet dibînin. Ev berhem bi kurdî ye û di nava weşanên J&Jyê de derketiye.
Her nivîskar bi behemdariya xwe ji xwe re girseyeke xwendevan diafirînin. Nivîskar û xwendevanên wî|ê li ser berheman danûstandinên xwe dikin. Ev mehremiyeta navbera wan e. Divê hurmetdarî ji vê re hebe.
Em her du LEYLANan jî bi nirx dibînin û em hêvî dikin ku her du berhem jî hêz û rengîniya wêjeya hevpar xurt bikin. Ev xurt bûn ji bo asoya me tevan baştir û xweştir e. Wekî din nîqaşên dinê bi tenê xizmeta erzaniya afirîneriya wêjeyê dikin."
Nîqaşa berê
Berê jî li nava qada wêjeya kurdî nîqaşeke bi vî rengî çêbûbû û me di Diyarnameyê di bi navê "Navên pirtûkan dikare bişibin hev?" nûçeyek weşadibû. Wê çaxê mesele "Devran" a Demîrtaş bû.
Ji bo nûçeyê:
- Navên pirtûkan dikare bişibin hev? (Li ser nîqaşa 'Devran'ê)