Diyarname
Vê hefteyê 3 ji Tirkiyeyê 5 ji derveyî Tirkiyeyê 8 fîlm ketine vîzyonê. Fîlmê Cem Yilmaz "Karakomik Filmler 2: Deli Emanet" û fîlmê derhêner Hirokazu Koreeda "La Verite" derdikevin pêş.
Li aliyê din ji ber ku betlaneya dibistanê ye du fîlmên anîmasyonî, her wiha yek ligel sewalan sê fîlmên dê bala zarokan bikişînin hene.
"Karakomik Filmler 2: Deli Emanet"
Cem Yilmaz li Tirkiyeyê bi rawestan û bi fîlmên xwe cihek taybet girtiye. Yilmaz ku bi taybetî di warê komedî de fîlman pêşkêş dike niha bi fîlmekî xwe yê din, bi "Karakomik Filmler 2: Deli - Emanet" li pêşberî hezkiriyên xwe ye.
Di fîlmê ku Cem Yılmaz, Çaglar Çorumlu, Ozkan Ugur û Cem Davran têde dilîzin de fîlm du parçe ye. Beşa "Delî" (Dîn) piraniya wê li Nexweşxaneya Dînan a li Bakirkoya Stenbolê hatiye kişandin. Fîlm çîroka rêwîtiya ajokarê teqsiyê Guvenî pêşkêş dike. Xeyala wî ya mezin ew e ku li hemberî keçika jê hez dike rûne, lê dema bi şev dixebite tiştin tên ser wî û fîlm van nîşan dide. Di "Emanet"ê de jî çîroka Bîrolê ku ji bo navdar bibe beşdarî pêşbaziyên jîrekiyê dibe tê pêş temaşevanan.
"La Verite"
Fîlmê derhêner Hirokazu Koreeda "La Verite" bi navê "Sakli Gerçekler" xistine vîzyonê. Fîlmê ku di serî li 76'emîn Festîvala Fîlman a Venedîkê û li hin festîvalên din hatine nîşandayîn niha li Tirkiyeyê ketiye vîzyonê.
Fabianne li nav sînemaya Fransayê yeka navdar e. Lîstikvana ku dema pîr dibe bîranînên xwe dinivîse. Lumir ku pirtûka diya xwe dixwîne gelek şaşwaz dibe. Li ser vê Luman, mêrê wê Hank û keça wê ji New Yorkê ber bi Parîsê ve dikevin rê. Dê di navbera dê û keça wê de rûbirûbûneke mezin derkeve holê.
Vane hemû fîlmên vê hefteyê:
- La Verite / Derhêner Hirokazu Koreeda
- I Lost My Body / Derhêner Jeremy Clapin’i
- Dolittle / Derhêner Shephen Gaghan
- Shaun the Sheep Farmageddon / Derhêner Richard Phelan, Will Becher / Anîmasyon
- Louis & Luca: Mission to the Moon / Derhêner Rasmus A. Silvertsen / Anîmasyon
- Karakomik Filmler 2: Deli Emanet / Derhêner Cem Yilmaz
- Turkler Geliyor: Adaletin Kilici / Derhêner Kamil Aydin
- İstasyon: Kader Gunu Partisi / Derhêner Kadir Genç, Volkan Adiyaman