logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Benda Hilbijartinê nehişt Silêman Çawîş şer rawestîne

Me amadekariyên “Hilbijartinên Giştî” yên sala 2002yan dikir. Em ê bi navê partiya xwe beşdarî hilbijartinê bibûna. Me l

  • Dîrok: 10/01/2020
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Osman Ozçelîk

Me amadekariyên “Hilbijartinên Giştî” yên sala 2002'yan dikir. Em ê bi navê partiya xwe beşdarî hilbijartinê bibûna. Me li navenda partiyê lijneya hilbijartinê saz kir. Dê berendam, bihatina navendê û dest bi dest serlêdana xwe bikirana.

Hejmara benda hilbijartinê ya bilind, rê li ber hêviyên serkeftinê digirt. Di ser de, diviya berendam ji zext û gefên hêzên ewlekariyê; ji binçavkirin û ji kuştinê re jî amade bûna. 

Hebûn… Endamên partiyê yên wisa çargurçik, ên wisa “babaegîd” hebûn. Felsefeya partiyê dizanîn; zîrek, çalak, fedakar bûn. Bêminetî dibûn berendam. 

Hinek berendamên me yên dilsoz, pak û saf jî hebûn. 

Ji wan yek jî serokê navçeyeka me ya bajarekî Serhedê bû. Li wê navçeyê potansiyeleke mezin a azadîxwazan hebû lê belê her kesî xwe nedida ber kar. Heta ku bi leqebê “Silêman Çawîş” welatparêzek derket û got: “ez heme!” bi derengî be jî partî, li wê navçeyê jî vebûbû.

Silêman Çawîş bi malbata xwe ve li navçeyê xwedîtî li partiyê kiribû. Rewşa wî ya aborî ne xerab bû. Çûbû Mala Xwedê, bûbû hecî jî. Di demeke kurt de dikaneke xwe dabû valakirin, tabelaya partiyê li eniya dikanê xistibû. Pirtirên wan ji malbatê û ji dostên xwe gelek endam qeyd kiribûn. Mase, kursî, çay û şekirên partiyê ji kîsê Hecî Silêman Çawîş bû. 

Pir kêfa me ji Silêman Çawîş re hatibû. Mirovên wisa wêrek û bi mal û canê xwe amade, ne zêde bûn.

Piştî demekê gilînameyên endaman hatin navenda partiyê. Gazindên serokê navçeyê Hecî Silêman Çawîş dikirin. Li gor gilîkeran; Hecî, mifteya partiyê bi qayişa pantorê xwe ve girê dide û dike bêrîka paşiyê ya pantorê xwe. Miftê nade tu kesî û heta ew neyê derabeyê hilnede û deriyê partiyê veneke, tu kes nikare were li partiyê rûne. 

Pirtirîn gazindeke dîtir dikirin. Digotin: “Gava dengê banga melayê mizgefta jêr tê, Hecî dibêje, rabin, ez ê herim nimêjê. Me hemûyan derdixe derve, deriyê partiyê têvedide, miftê li derî dide, berê xwe dide mizgeftê. Heta nimêja Hecî biqede em hinek dimînin li ber derî, hinek jî diçin qahwexaneya Celalê Kej… Ma Partîcîtî wisa ye?”

Me ji Hecî dipirsî: “Hecî, gazindên te dikin, dibêjin Hecî partiyê wekî dikana xwe bikar tîne… Rast e?” 

“Rast e… Ma dikan, ne dikana min e?”

“Hecî, temam, dikan dikane te ye, lê belê partî ya gel e. Divê deriyê partiyê her dem vekirî be ku dema mirov hatin, bikaribin werin rûnin.” 

“Ji xwe tenê bona rûniştinê tên. Rûdinin çaya xwe vedixwin û kuşkuşa wan e cixarê dikişînin. Pirtirên wan meraqdarên televîzyonê ne. Hinek ji wan li maçan guhdarî dikin, hinek jî li dengbêjan. Ez nedim pêşiya wan, ew bi serê xwe naçin esnafekî ziyaret nakin, ciwanekî nabînin, naçin li halê malekê napirsin.”

Li ser şîretên me, Hecî, êdî deriyê partiyê nedigirt. Belê mifta partiyê tenê teslîmî kurê xwe dikir. 

Hecî Silêmanê serokê navçeyê, her çiqas hecî bûya jî, ji bernavê xwe yê “hecî” bêtir, ji leqebê xwe yê “çawîş” hez dikir. Ew Silêman Çawîş bû û fexra xwe bi leqebê xwe dianî.

Silêman Çawîş, ewraqên pêwîst ê bo namzetiya mebûsiyê, bê kêmanî hemû di nav dosyayekê de teslîmî lijneya (komîsyon) me ya hilbijartinê kiribû. Endamê lijneyê Tûjo, dabû pêşiya Silêman Çawîş hatibûn odeya mulaqatê. 

Kurtejiyana Silêman Çawîş ya ku bi destan wekî du rûpelan hatibû nivîsîn, bala me kişandibû. Di warê rastnivîs û rêzimaniyê de gelek şaşî hebûna jî me dikarî bixwenda. Axirê bi zahmetî be jî, em tê digihîştin ku ew dixwaze çi bibêje. Me zahmetiya nivîsandina bi zimanekî biyanî dizanî. 

Me ji destnivîsa kurtejiyana Silêman Çawîş fam kiribû ku dema ew li leşkeriyê bû, di azmûna “onbaşîtiyê” de biser ketiye, rutbeya ji paçekî sor “V” ya onbaşiyan bi milê wî ve vekirine. Di karê xwe de ew qas serkeftî û bi disiplîn bûye ku qomitanê bolikê ew derhal kiriye çawîş. Rutbeya wî jî, di nava hev de, du “V” yên sor. Di ser de, ew ne çawîşê nobedariyê, ew çawîşê perwerdeyê bûye. Bi disiplîna xwe navdar bûye. Li bolikê hebe tunebe Silêman Çawîş. Wisa şêrînê ber dilê qomitanên xwe bûye.

Çawîştî bûye parçeyek ji navê wî. Heta tu nebêje “Silêman Çawîş” kes nizane ku tu qala Silêmanê me dikî.

Leşkerî diqede Silêman Çawîş vedigere gundê xwe. Meseleya muxtariya gund derdikeve meydanê. Sê kesan çav berdane muxtariyê. Silêman Çawîş dibêje: “ez jî heme!”  Mezinên gund jê re, “eman zeman tu ciwanî, nabe,” dibêjin. Silêman Çawîş bi biryar e. “Çima nabe, her kes û qismetê xwe,” dibêje. Di qayîşkêşiya hilbijartinê de Silêman Çawîş her sê reqibên xwe serpiştkî li erdê dixe, dibe muxtarê gund.

Silêman Çawîş tiştên ku di kurtejiyana xwe ya nivîskî de nivîsîbû, bi devkî ji me re, vegot: “Ez hogirî hilbijartinê bûbûm, li ser hev sê caran bûm muxtarê gund. Min qîma xwe bi gund neanî, min zarok hildan me bar kir, em çûn navçeyê. Min du dolmîş kirî. Xwedê karê min li hev anî, min ewilî xaniyek lê kir, paşê jî dikanek kirî.

Ez bûbûm endamê ‘Şofêrler Cemiyetî ’ Gotin hilbijartina Cemiyetê heye. Yekî kêrnehatî serokê Cemiyetê bû, dixwest dîsa bibe serok. Ma ez ji wî re dihêlim? Min got, “ez jî heme!” Ez pisporê hilbijartinan bûm. Serokatiya Cemiyetê min qezenc kir. Paşê sê caran wekî serokê Cemiyetê hatim hilbijartin.”

Silêman Çawîş di partiyeke sîstemê de wekî encumenê şarederiya navçeyê tê hilbijartin. Di Hilbijartineke din de dibe encumenê meclisa wîlayetê. Bi waliyê bajêr re kar dike, belê li ser mesela dizî miziyê dikeve qirika walî. Ew û walî qet ji hev hez nakin.

Silêman Çawîş digot: “Heta niha ez beşdarî kîjan hilbijartinê bûme, min qezenc kiriye. Heke partî namzetiya min qebûl bike, bi îzna Xwedê ez ê bi xwe re du sê kesên din jî bidim hilbijartin, dê partiya me benda hilbijartinê jî hilweşîne.”

Me got: “Temam… Baş e, me fam kir. Belê di daxwaznameya xwe de, te gotiye, ‘heke namzetiya min were qebûlkirin, ez dikarim şer rawestînim, ez ê aştiyê saz bikim…’ Me fam nekir, çawa yanî?”

“Erê min wisa got… Hûn dizanin di serdema serokwezîriya Tansu Penbe Çiller de Serfermandarê Giştî yê Artêşa Tirk, Doğan Gureş bû. Piştî ku emeklî bû niha di partiya Tansuyê de wekîlê bajarê Kilîsê ye. Tansu çi digot, Doğan Gureş wisa dikir. Dizanim Tansu jî wî naşikîne…”

Hevalê me yê Tûjo aciz bûbû, ket nav axaftinê: “Tansu Penbe Çiller, Mehmet Agar û Dogan Gureş bi hev re wekî çeteyekî tevdigeriyan. Li Kurdistanê şerekî giran meşandin, bi hezaran cinayetên ‘Kiryar Nediyar’ di serdema wan de pêk hat. Niha çima tu qala wan dikî?”


“Erê, pê dizanim… Ez jî, bo wê dibêjim. Kê şer meşandibe, ew dikarin şer rawestînin. Ango Dogan Gureş dikare…”

Tûjo xwe negirt, “Ma tu Dogan Gureş î ku tu dibêjî dikarim şer rawestînim?”

“Heşa!.. Gava ez çawîş bûm ew fermandarê bolika me bû. Pir ji min hez dikir. Min çi bigota, ez nedişikandim. Heke ez bibim mebûs, ez ê herim cem wî, ez ê jê rica bikim ku bila êdî vî şerî rawestîne. Dizanim min naşikîne, dê qedrê min bigire… Bi vî awayî…”

Hêj Silêman Çawîş axaftina xwe neqedandibû, Tûjoyê me rabû ser piyan, devê xwe tije kir ku peyveke neçê bibêjê, belê negot. Li pêy xwe bi şid derî girt û derket derve.

Me di lîsteyê de cih da Silêman Çawîş. Bi rastî jî wekî ku wî gotibû, me li wî bajarê Serhedê dengekî zêde wergirt. Silêman Çawîş jî hatibû hilbijartin. Mixabin partî di binê benda hilbijartinê de mabû, deriyê Meclisê li Silêman Çawîş venebûbû.

Benda hilbijartinê nehiştibû ku Silêman Çawîş aştiyê bîne.

Henek li aliyekî, Silêman Çawîş, heta wefata xwe ji bo azadiya gelê kurd û ji bo partiyê bi dilsozî, bi dilekî saf xebitî. Fedekariya wî nayê jibîrkirin.

10.01.2020, Nûpel

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li hemberî Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Îbrahîm Gurbuz sûîkastek pêkanîn

ad

Nêzî 150 fîlmî li benda temaşevanên xwe ne

ad

Hilbijartina li Kerkûkê temam bû

ad

Weşanxaneyên kurdan ji bo zarokên kurdan çi dikin?

ad

Girtiyên fîrar kirin hatin girtin

ad

Rêya Eto'o, Deco û Ronaldinho bi ku ve ye?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname