Diyarname
Li Tirkiyeyê bi hezaran malper qedexe ne. Yek ji wan jî Wîkîpedîa ye.
Ansîklopedîaya Azad "Wîkîpedîa" bi dehan zimanan weşanê dike ku di nav de kurdî jî heye. Di nav Wîkîpedîayê de bi mîlyonan agahî hene. Li dinyayê gelek kes ji vê sûdeyê digirin lê li Tirkiyeyê ketina vê Wîkîpedîayê qedexe ye. Malper roja 29'ê avrêla 2017'an ji aliyê BTK'ê (Saziya Ragihandin û Teknolojiyê ya Tirkiyeyê) ve hate qedexekirin.
Ji wê rojê de malper qedexe bû. Lê hefteya borî AYM'ê (Dadgeha Zagona Bingehîn a Tirkiyeyê) biryar da ku qedexeya li ser Wîkîpedîayê binpêkirina mafan e û xwest bê vekirin. Lê li ser vê biryarê re hefteyek derbas bû hê jî BTK'ê astengiya li ser malperê ranekiriye û li Tirkiyeyê venabe.
**
Nûçeyên 2019'an (Ev beş bi vî awayî hê dê bidome):
- 2019: Pirtûkên kurdî yên çapa diduyan kirine
- 2019: 10 belgefîlmên serketî yên 10 salên dawî
- 2019: Welatên ku ji aliyê jinan ve têne birêvebirin
- 2019: Weyangeriya kurdî saleke çawa li dû xwe hişt?
- 2019: FIFA'yê rêza tîmên neteweyî eşkere kir