Diyarname
"The Playlist"ê lîsteyeke ji bo belgefîlmê herî serketî yên 10 salên dawî çêkir. Li lîsteyê de 55 belgefîlm hatine bi cih kirin. Di rêza yekemîn de "The Act of Killin" ku di sala 2012'yan de hatibû kişandin û di rêza 55'an de jî belgefîlmê "West of Memphis" cih girtiye.
Belgefîlmê ku kirine yekemîn li ser şexsên ku di salên 1965-66'an de li Endonezyayê beşdarî komkujiyan bûne ne. Di sala 1965'an de derbeya leşkerî çêbû û pêre komkujiyan dest pê kir. Di komkujiyê de gelek kesên ji wan re gotin komunîst, dîsa gelek kesên ji kêmareya Çînê hatin kuştin. Piştî vê komkujiyê dema derhêner Joshua Oppenheimer diçe herêmê û dixwaze belgefîlmî bikişîne şok dibe ji ber ku kesên komkujî pêk anîne hem di nav kêfê de ne, hem bi serbilindî qala vê komkujiya xwe dikin.
Belgefîlmê ku li Festîvala Berlîn, Toronto, San Francisso jî di nav de li gelek festîvalan hat nîşandayîn li gelek cihan jî hat xelatkirin.
Vane ji lîsteyê 10 belgefîlmên pêşî:
1. The Act of Killing (2012) / Derhêner Joshua Oppenheimer
2. Stories We Tell (2013) / Derhêner Sarah Polley
3. O.J.: Made in America (2016) / Derhêner Ezra Edelman
4. One More Time with Feeling (2016) / Derhêner Andrew Dominik
5. Shirkers (2018) / Derhêner Sandi Tan
6. The Overnighters (2014) / Derhêner Jesse Moss
7. The Work (2017) / Derhêner Jairus McLeary
8. Hale County This Morning, This Evening (2018) / Derhêner RaMell Ross
9. Cameraperson (2016) / Derhêner Kirsten Johnson
10. Listen To Me Marlon (2015) / Derhêner Stevan Riley
**
Nûçeyên 2019'an (Ev beş bi vî awayî hê dê bidome):
- 2019: Welatên ku ji aliyê jinan ve têne birêvebirin
- 2019: Weyangeriya kurdî saleke çawa li dû xwe hişt?
- 2019: FIFA'yê rêza tîmên neteweyî eşkere kir
- 2019: Muzîkarên herî zêde pere kar kirine
- 2019: Di Google de ma ro enî fîlman geyray