Diyarname
Lîstikvana danîmarkî Anna Karina piştî gelek fîlm û navek li dû xwe hişt wefat kir. Lîstikvana ku ji bo derhênere fransiz Jean-Luc Godard wekî periya îlhamê di 20'ê rezbera 1940'î de li Solbjerga Danîmarkayê hatibû dinê.
Navê wê yê nasnameyê Hanne Karin Bayer bû. Di ciwaniya xwe de dema dest bi mankeniyê dike ajans jêre navê "Anna Karina" dibîne û êdî heta dawiya jiyana xwe wî navî bikar tîne. Anna Karina her çiqas zêdetir bi lîstikvaniya xwe hatibe nasîn jî di heman demê de ligel vê derhêner û senarîst bû jî.
Lîstikvana ku bûbû hemwelatiya Fransayê û piraniya jiyana xwe li wir derbas kiribû di sala 1960'î de di fîlmê Godard "Le Petit Soldat" de lîst. Salek paşê di fîlmê wî yê din "Jin Jin e" de lîst û heman salê bi hev re zewicînjî. Paşê di 1962'yan de "Vivre sa vie",y dûre "Alphaville" hat.
Anna Karina di sala 1961'ê de li Festîvala Fîlman a Berlînê Xelata Lîstikvana Herî Serketî girt.
Karina ligel lîstikvaniya xwe bi jiyana xwe jî bal kişand ku pênc caran zewicî. Pêşî bi Jean-Luc Godard (1961–67) re û dûre bi van kesan re zewicî: Pierre Fabre (1968–74), Daniel Duval (1978–81), Dennis Berry (1982–94), Maurice Cooks (2009-2019).
Anna Karina ku di jiyana xwe de di 78 fîlman de rol girt, di heman demê de sê senaryo û çar roman nivîsandin. Her wiha wê demek stranbêjî jî kir. Karina 14'ê berfanbara 2019'an wefat kir.