Luqman Guldivê
Kurd-Akadê yanî Tora Akademisyenên Kurd li Almanyayê ÅŸemiya bihorî li bajarê Almanyayê Kolnê hem xelata rûmetê û ya zanistê da Norman Peach û Hamit Bozarslan û hem jî deh saliya xwe pîroz kir. Wekî çalakiyên Kurd-Akadê yên li Almanyayê hemûyan zimanê sereke almanî bû û wergera kurmancî jî bi rêya wergera sîmultane hatibû mîsogerkirin. Kurd-Akadê di nava deh salên xwe de ev yeka hanê kir rêûresmek ji xwe re û li konferansên navneteweyî yên din ên tevgera kurd jî ev rêûresma hanê bi rengekî belav kir. Ez bi xwe wekî xemxurekî zimanê kurdî herî zêde vê rêûresma Kurd-Akadê hêjayî pesindanê dibînim, tevî gelek karên wê yên din ku nexasim li akademiyê mijarên akademiya mainstream zêde xwe pê nake yan jî xwe bi rengekî pê dike ku ji ravekirin, zelalkirin mijarê û avakirina zanînê û wêde ser mijarê digire, wê zelûl dike û zanîna wê jî bi kêra xelkê nayê bi kêra desthilatên cihê tê yên wekî dewlet, ÅŸirket û sermayeyê.
Yanî karê Kurd-Akadê di warê avakirina mekanên azadî û xweseriya bi rastî ya ilmî de û di mîsogerkirina van mekanan de dikare heyatî be nexasim jî ji bo civaka kurd a li Dîasporayê. Ez bi giÅŸtî Diaspora dibêjim, ji ber ku Kurd-Akad êdî li Swîsre, Îngilîstanê jî heye û xebatên xwe dike li welatên din jî tevna xwe yan jî tora xwe ava bike. Lê di avakirina vê tevnê de divê bi rastî jî ji bîr neke ku ew ji toreke ji bo xwegihandina hev a akademîsyen û xwedîpîÅŸeyên kurd û wê de ye. Û divê wisa be jî. Neheqiyên liserhevkombûyî û li serhevavakirî yên li kurdan bûne li akademîsyen û xwedîpîÅŸeyên wan jî bûne. Heger wisa ye em çima hêza xwe û xurtiya xwe ji bo mekanên ji vê neheqiyê ÅŸûÅŸtî bi kar neînin?
Ev pirsa li jorê bi îhtîmam dikim, ji ber ku dehsaliya Kurd-Akadê bi ya min divê jê re di heman demê de bibe minasebeta hizirîna li ser vê erka heyatî ya Kurd-Akadê. Pêrar ev mijar li Zanîngeha Essen-Duisburgê yek ji mijarên esasî yên minaqeÅŸeyên konferansa salane ya Kurd-Akadê bû. Min jî li wir bi gotarekê, bi berfirehî hizra xwe li ser pirsgirêka akademiya heyî ya mainstream û avakirina akademiyekê yan jî mekanên ku ji bo akademiyeke azad û xweser bi kêr hatîbin îfade kir. Ew minaqeÅŸeya hingê nabe li wir bimîne û bi dehsaliya Kurd-Akadê berfirehtir bibe.
Bi tecrubeyeke xwe ez îafde bikim çima ev muhîm e. Hezîran bihurî min keys lê anî û dersek li Zanîngeha Rojava li ser îdeolojîkbûna (pêÅŸ)hukmên li ser devkîbûn û nivîskîbûnê da. Ziman ji bo min di warê dersdanê de xwe wekî azadiya herî sereke li wir da îsbatkirin. Meydana zanistê, parvekirina wê li ber min bû deryayeke fireh a azadiyê û min karî bi zimanê dayika xwe behsa mijara herî zêde li ber dilê xwe li welatê xwe Kurdistanê bikim. Ev tecrubeya azadiya karê akademiyê ji bo min pêÅŸiyê li karê akademiyê wê veke û heger Kurd-Akad jî karibe ji bo hemû beÅŸan mekanên alternatîf ên azadî û xweseriya akademiyê minaqeÅŸe bike, ev ê bibe destpêkeke avakirina van mekanan û Kurd-Akad wê di siberoja xwe de karibe bi karê xwe bêhtir serbilind bibe. Axir gotina min a dawî bila ev be; min di minaqeÅŸeyên beriya damezrandina Kurd-Akadê de hizrên xwe ji dil hingê parvekirin û pê ÅŸanaz im ku wê karî deh saliya xwe pîroz bike.
09/12/2019, Yenî Ozgur Polîtîka