Cemil Oguz
Niha pirtûkek li ser destên me ye: "Jîyaneke li pey zanyarîyên kurdî". Pirtûka ku ji hevpeyvînan pêk tê, notên ji dîroka kurdan pêşkêş dike.
Em qala pirtûka bi sernavê "Jîyaneke li pey zanyarîyên kurdî, Kurdolog Prof. Dr. Celîlê Celîl" dikin. Pirtûk ji aliyê Nihat Gultekîn ve hatiye amadekirin. Di pirtûkê de ji sala 1992'yan heta niha gelek hevpeyvînên ku kesên cur bi cur bi Celîlê Celîl re kirine hatine berhevkirin û weşandin.
Serboriya Celîlan
Celilê Celîl ji kurdên Kafkasyayê ye. Malbata wî, ji malbatê wê detir em bêjin bavê wî Casimê Celîl hê deh salî bûye ji Dîgora Qersê ji mecbûrî koçê Rusyayê bûye. Zarokek deh salî û sêwî, di serdemek zor û zehmet de... Li yêtîmxaneyê mezin dibe Casimê Celîl. Xanima wî Cindî jî li yêtimxaneyê mezin dibe. Û di sala 1930'yî de ew bi hev re dizewicin. Paşê, di sala 1932'yan de Ordîxan, di sala 1936'an de Celîl, 1940'î de Cemîle û di sala 1947'an de Zînê tê dinê. Malbata Celîlan ji bo ziman, çanda kurdî gelek ked didin. Celilê Celîl ku niha mijara pirtûkê ye ji nav wê malbatê û ji nav wê keda dû dirêj tê.
Nîhat Gultekîn di sala 1971'ê de li Girberan a Bazîda Agirî tê dinê. Di sala 2005'an de dema li Bazîdê Serokê Komeleya Ehmedê Xanî ye ligel Şaredariya Bazîdê çalakiyan li dar dixin û wê çaxê Celîlê Celîl jî vedixwînin wan çalakiyan. Têkiliya Gultekîn û Celîl wê demê dest pê dike û heta niha, yanê heta vê pirtûkê tê.
Gelek hevpeyvîn hene
Bi ser wê hevdîtinê re deh salên dirêj derbas dibin, vê carê ew li Stenbolê tên ba hev û meseleya amadekirina pirtûkek wisa derdikeve holê. Gultekîn dest bi berhevkirina hevpeyvînên ku ligel Celîlê Celîl hatine kirine dike. Ne hemû bin jî beşek mezin ê hevpeyvînan berhev dike. Hevpeyvîna herî kevn a di pirtûkê de ya kovara Rewşenê ye. Kovarê di sala 1992'yan de ligel Celîlê Celîl û Musa Anter hevpeyvîn kiriye. Dûre hevpeyvîna Mazlum Dogan û Bulent Ulus tê ku di sala 2004'an de ji bo Tîrojê hatiye kirin. Paşê bi rêzê hevpeyvînên weşanên wekî Nûbihar (2004), Bîr (2005), Nûbihar (2007 û 2009), Tîroj (2012), Newepel (2013), DÎHA (2016) tê... Ligel van hevpeyvînan, hin malper û televîzyonan hevpeyvîn kirine; hin jê jî di youtube de hatine weşandin û ew jî hatine deşîfrekirin, amadekirin û weşandin.
Albafeya Marûgûlov
Di hevpeyvînan de agahiyên li ser dîrokê, yên balkêş hene. Mînak hevpeyvîna ku Îbrahîm Seydo Aydogan kiriye li ser sazkirina alfabeya latînî ya kurdî ya li Sovyetê ye ku îdîa ew bû Marûgûlov û Erebê Şemo bi hev re çêkirine, lê Celîl vê wekî "Na, tenê Marûgûlov saz kiriye" zelal dike û agahiyên din jî pêşkêş dike.
Abdulrezzaq Bedirxan û Simko
Abdulrezzaq Bedirxan ku di nav Bedirxaniyan de navekî cuda bû dibe mijara Celîl jî. Celîl wisa qala Abdulrezzaq Bedirxan: "Abdulrezzaq Bedirxan gava Şerê Cîhanê yê Pêşîn dest pê dike, gelek hewl dide Rusya agahdariyê bide ser pirsa amadekirina kadroyên kurdan û li ser esasê zimanê rusî û elîfbaya rusî zarok perwerde bibin û hinek ji wan herin Petersbûrgê li unîversîteyê bixwînin, beşa Kurdolojiyê vebe. Li ser vê yekê di sala 1913'yan de li Xoyê bi destê Simko û Abdurrezzaq Bedirxan mektebeke kurdî vedibe. Konsolosê Rusyayê yê Xoyê ji kurdan gelek hez dikir, alî kurdan dikir."
Celîl ku li Avusturyayê pirtûkxaneyeke baş ava kiriye qala wê jî dibe: "Ev ne pirtûkxaneyeke ji pirtûkxaneyan e. Ev der pirtûkxaneya kurdzaniyê ye. Li ser gelê kurd, bi zimanê kurdî û bi her zimanî li ser kurdan belge, kitêb û arşîv li vê derê hatine parastin."
Gorkî û Casimê Celîl
Dema Sovyet hebe, nivîskarên Sovyetê jî dê derên û vaye gotina Celîlê Celîl: "Li salên 30'yî bingeha yekîtiya nivîsarvanên Sovyetê Maksîm Gorkî danî û serweriyê lê dikir, ji kurda çend kes bûn endamê wê yekîtiyê. Yek ji wan jî Casimê Celîl bû. Ev nirxeke mezin bû ku yetîtiya nivîskarên Sovyetê ber karên van rewşenbîran, van ewledanên kurdan dîyar kiribû û wan gihadibûn refê xwe."
'Min xwest ez aliyên wan nîşan bidin'
Û wekî gotina dawî em niha em guh bidin amadekarê pirtûkê Nihat Gultekîn ku bila armanca xwe ya amadekirina pirtûkê bîne ziman: "Her çiqas ku kurd Celîlê Celîl û malbata Celîlan nas bikin jî, min xwest ez gelek aliyên wan ên baş eşkere nebûne raberî civata kurd bikim. Ew bi çi astengiyan re rû birû maye, çiqas rojên dijwar û çetîn dîtye... lê dîsa jî tu carî ji xeynî zanyariyên kurdî bi tiştekî re mijûl nebûye, ev her bûye bez û cehda wî."
Belê pirtûka "Jîyaneke li pey zanyarîyên kurdî, Kurdolog Prof. Dr. Celîlê Celîl" bi hevpeyvînan gelek agahiyên sedsalek ên li ser kurdan pêşkêş dike.
Wekî notek: Niha Fûara Pirtûkan a Stenbolê li dar e û heta 10'ê mehê dê bidome. Yên bixwazin dikarin li fûarê dikarin ji Weşanên Lîsê pirtûkê peyda bikin û bi Gultekîn bidin îmzekirin jî.
Nîhat Gultekîn par bi navê "Kilam û Pênûs" jî pirtûkek amade kiribû û di wê de jî berê xwe dabû kurdên Sovyetê.