Diyarname
Sekreterê Partiya Demokratî ya Pêşvero ya Kurd li Sûriyê got: "Serkreterê Giştî yê Partiyê yê têkoşer Abdulhemîd Hac Derwîş saet li do 02:00 berbanga sibeha 24'ê mehê koça dawî kiriye.
Komîteya Navendî ya Partiyê bi bîr xist ku Hac Derwîş dê li gundê wî Qurmaniyê yê girêdayî bajarê Dirbêsiyê di saeta 10:00’an sibê roja (înê) bê veşartin. Dê karwana oxirkirinê ji pêş Stada 12’ê Adarê ya bajarê Qamişlo, bi rê bikeve.
Komîteya Navendî ya Partiyê îşaret pê kir ku dê merasîma sersaxiyê li bajarê Qamişlo ji îro de 3 rojan li dar bikeve.
Sekreterê Giştî yê Partiya Demokratî ya Pêşvero ya Kurd li Sûriyê Abdulhemîd Derwîş (1930) ji gundê Qurmanî yê girêdayî navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê ye.
Abdulhemîd Hac Derwîş ji damezrînerê tevgera siyasî ya Kurd li Sûriyê ye. Gelek erkên girîng di partî û rêxistinên siyasî de hilgirtin. Li dawiyê ji bo Sekreterê Giştî yê Partiya Demokratî ya Pêşvero ya Kurd li Sûriyê hat hilbijartin.
Derwîş ku di nav ENKS'ê de jî cih girtibû, lê piştî dît ENKS nêzî Tirkiyeyê bû vekişiya û çû ligel Rêveberiya Xweser xebitî.
Ji Rêveberiya Xweser peyama sersaxiyê
Rêveberiya Xweser ji bo wefata Derwîş peyama sersaxiyê weşand. Rêveberî di peyamê de wisa got: "Bi boneya koça dawîn a Sekretêrê Partiya Demokratîk a Kurdê Sûrî, mamoste, têkoşer û kesayeta neteweyî Abdulhemîd Derwîş, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sersaxiyê dixwaze."
Her wiha General Mazlûm Kobanî ji ser twittera xwe re peyamek weşand û got: "Me îro kesayetek welatparêz û siyasetmedarekî têkoşer winda kir. Kesayeta Kurd Hemîd Hec Derwêş, xwedan ked û rolek girîng bû di dîroka tekoşîna siyasî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û Suriyê.
Em sersaxiyê ji malbat, dost û hevalên mamoste Hemîd re dixwazin û êşa wan parvedikin."