logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  2. Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?
  3. Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd
  4. Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî
  5. Fotoyê rojê ji Norwecê hat: Vîkîngên sedsala 21'ê!
news-details

Bernameya ‘Fîlmekîmî’ hat eşkere kirin

Festîvala fîlman a payîzê “Fîlmekîmî” ku ji aliyê Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê (ÎKSV) ve tê li dar xistin bernameya w

  • Dîrok: 18/09/2019
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Diyarname

Festîvala fîlman a payîzê “Fîlmekîmî” ku ji aliyê Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê (ÎKSV) ve tê li dar xistin bernameya wê hat eşkere kirin.


Fîlmekîmî îsal 18’emîn car li dar dikeve. Li gor bernameya ku hat eşkerekirin di navbera 4-13’ê kewçêrê de li Stenbolê dê li dar bikeve û 10 rojan fîlmên navdar pêşkêş bike. Her wiha di navbera 11-15’ê heman mehê li Enqereyê, di navbera 18-22’yê mehê de jî dê li Îzmîrê li dar bikeve. Roja 28’ê vê mehê dest bi firotina bilêtên fîlman tê kirin.


Di serî de li Festîvala Fîlman a Cannesê û li gelek festîvalên din fîlmên ku derketine pêş di bin banê Fîlmekîmî de têne nîşandayîn. 


“Marriaga Story”

Derhênerê xelatgirê Oscarê Noah Baumbach bi fîlmê xwe “Marriage Story” li Festîvala Fîlman a Venedîkê derket pêşberî temaşevanan û jêre li çepikan hat dayîn. Lîstikvan Adam Driver bir ola di fîlm de li Torontoyê Xelata Lîstikvana Serketî girt. Fîlmê ku ligel Scarlett Johansson û Adam Driver lîstikvanên wekî Laura Dern, Alan Alda û Ray Liotta jî têde dilîzin niha di Fîlmekîmî de ye.


“The Laundromat”

Fîlmê derhênerê xwediyê Oscarê Steven Soderbergh vê carê bi “The Laundromat” li pêşberî temaşevanan e. The Laundromat çîroka rojnamegerên ku razên patronên mezin ên Mossack Fonseca ên li Çîn, Meksîka, Afrîka û Karayîban radixin ber çavan nîşan dide. Fîlm ji pirtûka rojnamegerê xwediyê xelata Pulitzerê Jake Bernstein ê bi navê “Secrey World” hatiye girtin û di fîlm de Meryl Streep, Gary Oldman û Antonio Banderas dilîzin.


Derhêner Atom Egoyan bi fîlmê xwe “Guest of Honor” tê. Fîlmê wî niha nû yekem car li Venedîkê hat nîşandayîn û paşê tê Fîlmekîmî. Ligel vî fîlmî “La Verite” yê derHêner Hirokazu Koreeda ku ew jî li Venedîkê hat nîşandayîn tê.


Fîlmên Xelatgir

Fîlmê derhêner Bong Joon-ho “Parasite” ku li Cannesê Xelata Palmiyeya Zêrîn girt; fîlmê derhêner Pedro Almodóvar “Pain and Glory” ku li Cannesê Xelata Lîstikvanê Herî Serketî (Antonio Banderas), fîlmê Jessica Hausner “Joeyê Biçûk” ku Xelata Lîstikvana Herî Serketî (Emily Beecham) girt, fîlmê Albert Serra ê bi navê “Liberte” ku Xelata Juriyê ya Taybet girt, fîlmê Birayên Dardenne ê bi navê “Ehmedê Ciwan” ku bi vê li Cannesê Xelata Derhênerê Herî Serketî Palmiyeya Zêrîn girt jî dê bê nîşandayîn.


Ji bilî van gelek fîlmên din ku li festîvalan xelat girtine yan jî berendamên xelatan bûne di çarçoveya Fîlmekîmî de dê li sê bajaran bêne nîşandayîn.


Salon û buhayê bilêtan

Fîlmên Fîlmekîmî li Stenbolê li Beyogluyê li salonên Sînemaya Atlas, Sînemaya Beyoglu, li Nîşantaşi li Cinemaximum City’s û li Kadikoyê li Sînemaya Reksê û Sînemaya Kadikoyê; li  Enqereyê Cinemaksîmum Cepa, li Îzmîrê jî li Cinemaksîimum Konak Pierê dê bêne nîşandayîn.

Li Stenbolê li nava hefteyê di seansên 11.00, 13.30, 16.00’an de bilêt bi 12 TL’yî, nava hefteyê seansên 19.00  û li hemû seansên dawiya hefteyê (11.00-13.30-16.00-19.00) bilêtên tam bi 30 TL, yên daxistî bi 18TL têne firotin. Her wiha hemû seansên saet 21.30 bilêtên wê bi  30 TL’yî ne.

Li Enqere û Îzmîrê bilêt bi 25 TL û bi 17 TL’yî têne firotin.


Ji bo agahiyên zêdetir: filmekimi.iksv.org


Parve Bike

Youtube Me
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

news
  • 04 06 2026

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

news
  • 03 06 2026

Festîvala Fîlman a 'Uçan Supurge' dest pê kir

news
  • 24 05 2026

Derhêner Mungiu cara diduyan Palmiyeya Zêrîn girt

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji panaromayê belgefîlmên bi gelek zimanan

ad

Operasyona rizgarkirina Mûsilê ji herêma Xazir ve dest pê kir

ad

Heyeta BDP'ê çû Hewlêrê

ad

Bafil Talabanî û Cîgirê Serokê CHP’ê hatin ba hev

ad

Parêzeran li ber AYM'ê bang kir: Hiqûqê bînin cih

ad

Vaye fotoyê mehê; Erd tije, ezman tije!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026
news

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

  • 06 06 2026
news

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

  • 06 06 2026
news

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

  • 05 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname