Xelata Rûmetê ya Oscarê didin Godard
Diyarname
Xelata Rûmetê ya Oscarê îsal didin rexnegir û derhênerî fîlman ê fransiz bi eslê xwe swîsreyê Jean-Luc Godard (80).
Akademiya Zanist û Hunerên Sînemayê ku navenda wê li Los Angelesê ye xelatê bide Godard. Akedemî ragihand ku wê di 13'yê meha sermawezê de vê xelatê bide lê di heman demê de got ku Godard ji merasimên wisa hez nake, nediyar e dê were merasima xelatgirtinê yan na.
Godard di fîlmên xwe de li ser jiyana cihê ya mirovên hemdem ku di nav têkiliyeke qutbûyî de ne, dîsa li ser pergalên civakî yên derveyî aqilan, li ser nîqaþên polîtîk û bûyerên bi vî rengî fÎlmên xwe dikiþîne.
Godard ku îmzeya xwe avêtiye gelek fîlmên navdar, hin fîlmê wî ev in: "Evîndarên sersetî" (A Bout de Souffle-1960), Dawiya HEfteyê (Weekend-1967), Yek zêdek yek (One Plus One-1968).
Ji sala 2009'an ve Akademî xelata rûmetê ne di merasima xelatdayîna Oscarê de, bi merasimeke din ku li Þanogeha Kodakê ya li Hollywoodê li dar dixe dide.