logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Çîrok lê çîrokên kê

De ka bibêje, tu kî yî? De ka bibêje, bêyî ku behsa wan ûrûdoranên rijiyayî erdê bikî! Bêyî ku tu behsa wan roviyan bik

  • Dîrok: 21/08/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Luqman Guldivê


De ka bibêje, tu kî yî? De ka bibêje, bêyî ku behsa wan ûrûdoranên rijiyayî erdê bikî! Bêyî ku tu behsa wan roviyan bikî ku xwe li striyên bejê yên hişk alandine. De ka bibêje! Behsa napalmê bike ji bo ku tu bibêjî tu kî yî, lê de ka nebêje, çawa nîvekî te weke bedeneke sax nîvê din jî komira daran e û dohnê laşê te bi ser de rijiyaye bûye tenî. De ka bibêje tu kî yî?


Behsa çîrokên şevan, xewnereşkan dikim belkî, ji ber ku ji hinan re ev her çîrok in û ji wan çîrokan jî dibin para xewnereşkan. Lê gava mirov li rabihuriya xwe dinihêre, mirov “çîrok” in. Yanî bila kes nebêje, dîsa dike heleman, lê çîrokan em çêkirine hinekî. Ez nabêjim “di hevîrê me de çîrok hene” ha; ez dibêjim, çîrok hevîrê me distirin û me çêdikin. Yanî em wan bibêjin jî, ne ku ew di destê me de ne, lê em di destê wan de ne. Vêca ez kî me, bêyî çîrokên dibêjim û li wan dihisînim!


Maneya vê ew e ku çîrok gotarên herî xurt in di çêkirina nasnameyê û çîrokên nasnameyekê çiqasî yên xwe bin, ferdên wê nasnameyê jî ewqasî yên xwe ne. Heger em çîrokên xelkê bibêjin û li çîrokên xelkê bihisînin, hêdî hêdî û heta carinan jî bi lez pêre pêre em dibin yê xelkê û heta tehlûke heye ku ew “nasnameya” em xwe pê binav bikin jî bibe ya xelkê.


Gund, eşîr, diyanet, bajar, navçe, komên etnîk û netewe hemû hem çîrokên xwe çêdikin û hem jî çîrok wan çêdikin, pêre jî ew çîrok endamên wan, wan ferdên xwe bi bi nav û nasname dikin, çêdikin. Bêyî ku ez bi çê û xirab, çîrokên gundê xwe, bajarê xwe, eşîra xwe, neteweya xwe zanibim, zehmet e ku ez bibêjim ka ez kî me. Heger ez çîrokên almanan, yên bajarê li Almanyayê yê ez bêhtir bibêjim û li wan bêhtir guhdarî bikim, ez ê çawa bibêjim ez kî me, heger ez xwe wekî kurd, ji filan gundî, ji filan bajarî, ji filan eşîrê bi nav dikim. Eşkere bibêjim, ez di navbera Xelo û Celo de bimînim. Helbet ez bi çîrokên almanan dizanim, bi hin çîrokên bajarê lê me jî. Lê ez di wan çîrokan de jî li şopa xwe, li çîroka xwe digerim. Mesela di Muzexaneya Wetterau de, çawa mirov dikeve hundir rolyefek heye û balê dikişîne ser xwe: Li gorî mîtolojiya mîtraîzma eskerên Romayê, sehneya qurbankirina ga li ser hatiye teswîrkirin. Ez li çîroka wê guhdarî dikim; di destpêka sedsala yekê de li vê deverê garnîzoneke eskerên Roma hebûye û qederê hezar eskerî lê diman. Ew esker jî bi tesîra eskerên Romayê yên li Mezopotamya û Kurdistanê qulibîne ser vê kulta tenê eskeran dihewîne. Yanî têkiliyeke şikeft, rolyef û baweriyên nasnameya min a kurd bi vê rolyefê re heye û ez vê çîrokê li çîrokên xwe zêde dikim.


Ya ku min bi rastî çê dike û ez dikarim bibêjim, ka ez kî me, ew di êşan û çîrokên miletê min de veşartî ne. Ji bo heyfa bavê, zarokên ku bi xenceran dijminê xwe yên nenas dikujin û ew ûrûdoranên insanan ên rijiyayê nav axa erda Torê êdî bûye xewnereşka wan, ji çîrokên min in. Seferên talanê, derpê li ser milan, diziya pîvazan, lê her wiha ew bedenên ku napalman nîvî kirî komir jî. Ez ew im ku van çîrokan çêkiriye, û ez ew im ku van çîrokan dibêjim.    

19.08.2019, Yenî Ozgur Polîtîka


Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Daristana Yaşar Kemal dê bibe depoya oksîjenê

ad

2024: Peyva salê 'Brat' e

ad

Li Cizîrê ji ber nebûna doktor dayik tevî zarok mir

ad

Li Agirî û Batmanê rojnameya Posta hat şermezarkirin

ad

Hejmara nû ya Nûbiharê derket

ad

Agahiya nû: 4 şehîd çêbûn (Hat nûkirin)

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname