Diyarname
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji bo 16'emîn salvegera xwe û dayîna Xelata Feqî Huseyîn Sagniç ÅŸeveke li dar xist,
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di 18'ê avrêla 1992'yan de hate avakirin. Enstîtuyê ji bo 16'emîn salvegera xwe û dayîna Xelata Ziman a Feqî Huseyên Sagniç li Navenda Çanda Mecidiyekoy ÅŸeveke li dar xist. Åževa ku li dor 500 kesî beÅŸdar bû de pêÅŸkêÅŸvaniya wê Murat Batgi kir. Batgi got, "Ji bo yên ku bo kurdî ked dane û jiyana xwe ji dest dane emê îÅŸev tenê bi kurdî biaxivin", dûre dîroknas CemÅŸîd Bender ku çendekî berê jiyana xwe ji dest da bibîr anî û mafê gotinê da Serokê Enstîtuyê Sami Tan.
Tan li ser dîroka enstîtuyê sekînî, gotina "Bi raperîna gel re enstîtu û saziyên din hati avakirin, raperîna gel bandorê li rewÅŸenbîran jî kir" bikar anî û wiha dom kir: "Bi van raperînan re saziyên me hatin avakirin. Enstîtu jî yek ji wan e. Çawa ku Enstîtu hate avakirin rastî zor û zehmetiyan jî hat. PêÅŸî tabelaya wê daxistin, dûre rêveber û serokê wê jî hatin girtin, kilît li deriyên wê hatin dayîn."
Tan got ku Enstîtu li hemberî yek ziman, yek netewe dariweste, daxwaza mafê çand, dîrok û zimanê kurdî dike û got; "Enstîtuya Kurdî ji bo parastin û pêÅŸvebirina kurdî jî dixebite. Enstîtu di heman demê de li hemberî asîmîlasyonê ye û divê her kes li mala xwe li dijî asîmîlasyonê derkeve."
Li ser navê TZP Kurdî jî nivîskar Qahir Bateyî axivî û got; "Divê li Tirkiyeyê du zimanên fermî hebin. Li bajarên Tirkiyeyê tirkî zimanê yekemîn û kurdî jî zimanê duyemîn ê fermî, li bajarên kurdan jî divê kurdî zimanê yekemîn ê fermî û tirkî jî zimanê duyemîn ê fermî be."
Bateyî got ku ew bi qasî li dijî asîmîlasyonkaran têkoÅŸînê dikin, ew qasî ji li hemberî kurdên ku kurdî bikar naynin têdikoÅŸin û got: "Ji bo me ziman bi qasî av û nan girîng e."
Di ÅŸeva bi xwarin a Enstîtuyê de digel salvegera Enstîtuyê Xelata Ziman a Feqî Huseyîn Sagniç ku ev pênc sal in ji bo bîranîna Sagniç tê dayîn jî hate dayîn. Ji ber xebata wan a ji bo kurdî îsal xelat dan rojnameya Azadiya Welat. Li ser navê rojnameyê Turabi KiÅŸin xelat ji destê jina Feqî Huseyîn Rabia Sagniç girt.
Her wiha di ÅŸevê de sînevazyoneke li ser Sagniç û rewÅŸenbîrên kurd hate pêÅŸkêÅŸ kirin, hunermendên kurd Mehmet Atli, Îbrahim Rojhilat û Rojda jî derketin ser dikê û bi stranên xwe rengên xwe li ÅŸevê kirin.