AMED
Rojnameya Azadiya Welat roja 15'ê gelawêjê wê 4'emîn salvegera destpêkirina weşana xwe ya rojane li Amedê bi şahiyeke pîroz bike.
4'emîn salvegera destpêkirina weşana rojane ya Azadiya Welat îsal li Şanoya Anfî ya li Sumer Parka Amedê tê pîrozkirin.
Hevserokên KCD'ê, parlamenter û şaredarên BTP'ê û gelek hunermendên wê tevî şahiyê bibin. Dengbêj Seyîdxanê Boyaxçî, Şakiroyê biçûk Cafer, hunermendên Komaleya Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê, Farqîn, Koma Jinên Azad, Koma Hemdem jî dê bi stranên xwe reng bidin şevê.
Barname dê li Anfiyê roja yekşemê saet di 20.00'an de dest pê bike.
Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Azadiya Welat Eser Uyansiz, diyar kir ku bi çoşeke mezin salvegera îsal pêşwazî dikin û xwest ku gel di vê roja coş de wan tenê nehêle.
Uyansiz li ser xebatkarên girtî yên Azadiya Welat jî kir û got ku midûrên rojnameya wan Vedat Kurşun û Ozan Kilinç ku di girtîgehê de ne. Uyansiz diyar kir ku wê beşdariya şevê wekî şermezarkirina wan rojnamegeran be jî.