Baydemir: Digel TBMM'ê wê Parlemena Kurdistanê jî hebe
Dêrsim
Þaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr got: "TBMM wê hebe lê wê li Marmarayê jî parlemen hebe, digel vê wê Parlemena Kurdistanê jî hebe. Li hemberî 'Projeya Yekîtiya Neteweyî' em 'Projeya Xweseriya Demokratîk' wekî 'Projeya Bihevrebûna Neteweyî' dibînin."
Di çarçoveya 10'emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê de bi sernavê "Di pirsgirêka kurd de mijara muxatabî û Xweseriya Demokratîk" paneleke li dar ket. Panela ku rojnameger Nuri Firat modetoriya wê kir Þaredar Baydemîr, Mebûsê BDP'ê yê Dêrsimê Þerafettin Halis, ji navenda EMEP'ê Feyzi Ayber, Seroka ESP'ê Figen Yuksekdag, endama Meclisa Aþtiyê ya Tirkiyeyê Ayla Yildirim, nûnerê DHF'ê Prz. Ugur Yeþiltepe û nûnerê Partîzanê Eren Korkmaz beþdar bûn.
Þaredar Baydemîr da zanîn ku neviyên Seyîd Riza û Þêx Seîd xwedî heman felsefeyê ne. Baydemîr got ku li cihê zilm hebe berxwedan jî heye û wisa berdewam kir: "Ji Þêx Seîd heta Seyîd Riza, ji Seyîd Riza heta Mazlum Dogan berxwedayîn dom kiriye. Dibêjin 'Muxatabê kurdan nîn e'. Ev dereweke mezin e. A rast mejiyê dewletê ji bo pirsgirêkê çareserî neaniye. Di warê muxatabî de ezê du wêneyan nîþan bidim. Li aliyekê serokwezîr li mewziyê çok dide, yê din li ser piyan disekine. Ger li muxatabê digerin ezê ji wan re dîmenên Newroza 2010'an a Amedê biþînim. Di wê kasetê de gel bi sedan caran gotiye muxatab kî ye."
Li ser "Projeya Xweseriya Demokratîk" jî Baydemîr da zîn ku wekî 'parçekirin'ê lê dinêrin, ev þaþiyek e. Baydemîr da zanîn ku li Ewropayê gelek mînakên xweseriyê hene û wisa dom kir: "Gelên ku du mîlyon serjimariya wan heye jî bi awayekî xweser têne bi rê ve birin. Em xweseriyê wekî rêveberiya îdarî ya baj3er, bi nasnameya xwe li herêmê xwe bi rê ve birina kurdan e, wekî navenda bi rê ve birina koleklîf dibînin. Li hemberî 'Projeya Yekîtiya Neteweyî' ya serokwezîr em 'Projeya Xweseriya Demokratîk' wekî 'Projeya Bihevrebûna Neteweyî' dibînin. Mercên Xweseriya Demokratîk ji yên Xweseriya Ewropayê cihê ye. Ji ber ku Xweseriya Demokratîk bi awayeke fireh lê tê nêrin."
Baydemîr li ser vê wisa dom kir: "Her derdor xwe li der ve nabîne, xwe di nav vê de dibîne û tîne ziman. Ev proje divê wekî 'Tirkiyeya Demokratîk Kurdistana Xweser' bê qebûlkirin. Wê TBMM (Meclisa Gel a Mezin a Tirkiyeyê) hebe, lê li Marmarayê jî wê parlemen hebe, digel vê wê Parlemena Kurdistanê jî hebe. Ev ala sor û bi stêr ku kalên me di avakirinê de pê þer kirine wê hebe, li bekr vê wê ala 'kesk û sor û zer jî hebe. Mînak li Dêrsimê li ber þaredarê digel ala hivî û stêrkê, wê ala kurdan a bi rengê kesk, sor û zer jî bê daliqandin."
**
Wekî notek: Baydemîr, Þaredara Dêrsimê Edibe Þahin û komek gel çû cem peykera Seyîd Riza ku þaredarî di çarçoveya festîvalê de çikandibûn û gul danîn ber.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Li Dêrsimê peykerê Seyîd Riza hate çêkirin
- Deqe bi deqe bernamey Festîvaley Mûnzûrî
-
***
Bi þertê nîþandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîþandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.