Diyarname
Midûrê Karê Nivîsan û Xwediyê Îmtîyazê yê Rojnameya Azadiya Welat ê berê Vedat Kurşun, bi nameyekê spasiya xwe ji bo "Xelata Azadiya Çapemeniyê" ya Cemîyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC) dabû wî, şand.
Kurşun, di nameya xwe de wiha got: "Bi cezabirina 166 sal û 6 mehan hem xeyalê zarokatiya min û hem jî azadiya min ji destê min girtin. Xeyal li min qedexe kirin. Ger ku bi dîlgirtina min qedexe û astengiyên li pêşiya azadiya çapemeniyê bên rakirin ez ji dîlgirtinê re amade me."
Cemîyeta Rojnamegerê Tirkiyeyê, di salvegera Azadiya Çapemeniyê de "Xelata Azadiya Çapemeniyê" da Midûrê Karê Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Vedat Kurşûn. Li ser vê yekê Kurşun, ji bo spasiyên xwe ji Cemîyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê dabû (TGC) re ragihîne, ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê nameyek şand. Kurşun, di nameya xwe de wiha got: "Bi cezabirina 166 sal û 6 mehan hem xeyalê zarokatiya min û hem jî azadiya min ji destê min girtin. Xeyal li min qedexe kirin. Ger ku bi dîlgirtina min qedexe û astengiyên li pêşiya azadiya çapemeniyê bên rakirin ez ji dîlgirtinê re amade me."
Kurşûn got ku vê xelatê kêfxweşî û moralekî gelekî mezin daye wî û wiha got: "Ji ber ez kurd bûm û rojnamegerê kurd bûm min ceza xwar. Ji ber vê cezayê baweriya min a li hemberî daraza dewletê şikest. Lê ji ber we bi vê helwesta cemiyetê ya xelatdayînê, bû sedem ku ez dîsa bifirim. Ez bawer dikim ku ev xelat dê rê li pêşiya azadiya ramanê veke. Dayîna xelatê ya di 24'ê tîrmehê Roja Rojnamegeran de ji bo min gelek bi wate ye.
Kurşun, destnîşan kir ku ji bo wî pîşeyê rojnamegerîyê parçeyekî jiyana wî bû û wiha got: "Lê nexwestin ez vê pîşeyê bidim xebatê. Bi vê cezayê hem azadiya min û hem jî xeyalên zarokatiya min ji destê min derxistin."
Vedat Kurşun, bal kişand ser nexweşiya xwe ya Hepatît B û wiha dom kir: "Di girtîgehan de bi dehan rojnameger hene. Bi sedan jî tên darizandin. Divê em hemû li hemberî bêdadî û edaletê bibin dengek. Divê em hemû dengê xwe bidin hev û li dijî bêdadiyê dengê xwe bilimd bikin. Ligel vê nexweşiya xwe ya Hepatît B'yê ger ku dê bi dîlgirtina min astengî û qedexeyên li pêşiya azadiya çapemeniyê rabin ez ji dîlgirtina xwe razî me."
Kesên xelat girtin
Îsal TGC'ê, xelatên Azadiya Çapemeniyê yên 2010'an bi merasîmeke li Dolmabahçe Sarayê ya Hasbahçeyê dan xwediyên wan. "Li ser navê rojnamgerên di girtîgehê de û dibin gefa cezayên girtîgehê de" ji Kovara Expressê Îrfan Aktan, ji Rojnameya Radîkalê Îsmaîl Saymaz û Berpirsyarê Karên Nivîsaran ê berê yê Azadiya Welat Vedat Kurşun xelat wergirtin. (Li ser navê Kurşun, bavê wî Şukur Kurşun xelat wergirt).
"Xelatê Azadiya Çapemeniyê yê sala 2010'an" nivîskarê Hurriyetê Sedat Ergîn girt.
Li ser navê saziyan jî xelat dan BÎANET'ê.