Diyarname
Baroyên 17 bajaran çûn Heskîfê, daxuyanî xwendin û xwestin dewlet dest ji Projeya Bendava Ilisû berde.
Serok û endamên baroyên bajarên wekî Aydin, Antalya, îzmîr, Tekirdag, Kirklarelî, Yalova, Amed, Bursa, Bedlîs, Riha, Şirnex, Agirî, Çewlig, Mêrdîn, Dêrsim, Mûş û Sêrtê çûn Heskîfê. Di dema daxuyaniyê de pankartên "Em dîrokê biparêzin, mirovahiyê biparêzin, heskîfê biparêzin", "Berdin bila Dîcle azad biherike" vekirin.
Wan li wir daxuyanî da, xwestin bendava ku Newala Dîcleyê û Heskîfê noqav dike bê betalkirin.
Li ser navê 17 baroyan Serokê Baroya Batmanê Abdulhamit Çakan daxuyanî xwend û diyar kir ku dikare Heskîf bê rizgarkirin ku vê derê bi hezaran salan ji bo mirovan mazûvanî kiriye.
Çakan got ku ev der tekane cih e qada aîdê Serdema Navîn diparêze, digel ku di sala 1978'an de wekî qada sîtê hatiye ragihandin jî kolandinên divê bihata kirin nehatine kirin.
Çakan diyar kir ku pisporên kolandinê dibêjin ji bo kolandina vir pêdivî bi 70 salan heye û wisa dom kir: ^Ligel ku ev yek tê zanîn jî vê derê dikin qurbanê Bendava Ilisû û Projeya HES'ê ku temenê wan 50 sal in. Dema Bendava Ilisû hatiye çêkirin li gor tu peymanên navneteweyî tevnegeriyane. Bi gotina herî sivîk rapora ÇED'ê (Nirxandina Bandora li Derdorê) jî nîn e."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku dikarin koda bendavê daxin ku ev yek tenê jî dikare Heskîfê ji noqavbûnê rizgar bike û wisa hat gotin: "Bi vê qadên li pişt Heskîfê mane ku dewletê dest daniye ser, dikare ev der bibin cihê rê, park, seyran û dikarin bikin daristan, bi vî awayî ev deşta vê derê dikare bibe herêmek kesk. Di dawiyê de em bang li rayedaran dikin ku em li benda wan in ji bo rizgarkirina Heskîfê û Newala Dîcleyê bikevin nava tevgerê."
Piştî xwendina daxuyaniyê serokê baroyên ku ji aliyê rojavayê Tirkiyeyê hatibûn jî bi kurtahî axivîn û xwestin dest ji projeya bendavê bê berdan.
MA-Heskîf