21 rêxistinên rojnamegeriyê SETA þermezar kirin
Stenbol
21 rêxistinên navneteweyî yên rojnamegerîyê Weqfa Lêkolînên Sîyaset, Ekonomî û Civakê (SETA) þermezar kiriye.
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) daxuyanîyek weþandiye. 21 rêxistinan daxuyanî îmze kiriye.
Di daxuyanîyê de hatiye eþkerekirin ku:
“Xebat bûye lêpirsînnameyek û hemî xebatkar bi wê yekê têne sûcdarkirin ku ew li dijî hikûmetê xwedanên pêþhikman in.”
Rêxistinên ku daxuyanî îmze kiriye ev in:
ARTICLE 19, ARTICOLO 21, Cartoonists Rights Network International (CRNI), Civic Space Studies Association, Committee to Protect Journalists (CPJ), English PEN, European Centre for Press and Media Freedom (ECPMF), Fédération Européenne des Journalistes (FEJ), Global Editors Network (GEN), Index on Censorship, International Press Institute (IPI), Osservatorio Balcani Caucaso Transeuropa (OBCT), P24, PEN America, PEN Danemark, PEN International, PEN Norvège, PEN Suède, Reporters sans frontières (RSF), SEEMO, WAN-IFRA.
Çi bûbû?
SETAyê raporeka 196 rûperî weþandibû. Di raporê de nav û karên xebatkarên BBC Türkçe, DW Türkçe, Dengê Amerîkayê, Sputnik Türkiye, Euronews Türkçe, Independent Türkiye û CRI Türk (Radyoya Çînê ya Navneteweyî) hatiye eþkerekirin.
Rapora bi navê “dûvelankên li Tirkiyeyê yên saziyên medyaya navneteweyî” xebatkarên navborî wek armanc nîþan daye. Parvekirinên rojnamegeran li medyaya civakî weþandîn hatine berhevkirin û eþkerekirin.
Yek bi yek hatiye eþkerekirin kî kî ye û hatine lîstekirin.
Herweha hatiye xwestin ku bila dewlet wan saziyan kontrol bike. BirGün, T24, bianet, Evrensel, Cumhuriyet, Diken, DW Türkçe û RSF “saziyên ku fikrên li dijî hikûmetê berçav dike” hatiye binavkirin.
SETA sazîyeka lêkolînan e û nêzîkî hikûmetê ye.
Ji Bianet.orgê hatiye girtin