Jinên DYA'yê derketin fînalê
Diyarname
Di tûrnûvaya Kûpaya Cîhanê ya Jinan ku li Fransayê tê lîstin de maça nîv fînalê hebû. Di maça yekem a nîv fînalê de Îngilistan û DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) hatin hemberî hev. DYA bi 2-1 bi ser ket û derbasî fînalê bû.
Di maçê de her çiqas tîma Îngilistanê zêdetir bi gogê lîstibe jî di îstatîstîkên din de DYA serketî bû. Îngilistanê di maçê de 6 þût avêtin DYA 10 þût. DYA'yê karî du golan biavêje ÎNgilistanê tenê yek avêt û di penaltiya bi dest xist de jî nekarî wê veguherîne golê. Bi ser de jî lîstikvana wan Bright di deqîqeya 86'an de duyemîn qersa zer dît û ji maçê hat avêtin. Golên DYA'yê Cristian Press (Dq 10) û Aleks Morgan (dq 31) avêtin. Tekane gola Îngilistanê di deqîqeya 19'an de White avêt. DYA bi vê encamê carek din derket fînalê.
Roja 3'yê mehê (saet 22.00) maça duyem a nîv fînalê di navbera Hollanda û Swêdê de dê bê lîstin. Kîjan tîm bi ser bikeve dê di fînalê de bibe reqîbê DYA'yê. Tîma din ligel Îngilistanê dê maça sêyemînî bilîze.
Maça 3'yemînî roja 6'ê mehê saet 18'an de, maça fînalê jî roja 7'ê mehê saet 18'a de dê bê lîstin. Di sala 2015'an de di vê tûrnûvayê de DYA bi ser ketibû, dixwaze carek din vê serketinê dubare bike.
**