Diyarname
Cîgirê Serokê KNK'ê Dr. Bengî Haco ji ber xweÅŸiyê wefat kir. KNK'ê li ser wefata Haco daxuyaniyeke nivîsîkî weÅŸand û got ku ew dê axîn û wesiyeta wî bînin cih.
KNK'ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wisa got:
“Me xebera xembar û dilsoj a wefata endamê Konseya Rêveber û Cîgirê Serokê KNK'ê birêz Bengî Haco bihîst û em bi vê yêkê gelek xemgînin. Bîrêz Bengî Haco li rojavayê Kurdistanê li herêma Cizîrê, di nava xebat û sîyaseta welatparêzî de bû. Di nava sîyaseta kurdistanî de xwedî cihekî diyar bû. Birêz Bengî Haco, ji ber êrîÅŸ û zextên dewleta Sûriyeyê, bi awayekî neçarî derket Ewropayê. Li Ewropayê jî herdem di nava xebata azadiya gelê Kurdistanê de cihê xwe girt û ji bo her çar parçeyên Kurdistanê xebat kir.
Birêz Bengî Haco demekî dirêj endamtiya KNK'ê jî kir û di heman demê de emdamê Konseya Rêveber û Cîgirê Serokê KNK’ê bû. Wefata wî ji bo me, ji bo gelê me, ji bo ÅŸoreÅŸa Kurdistanê windahiyeke mezin e.
Em ji ber wefata birêz Bengî Haco gelek xemgîn in, xemgîniya malbatê û dostên wî parve dikin. Bi vê minasebetê em sersaxiyê didin hemû gelê Kurdistanê, xebatkarên ÅŸoreÅŸê û malbata wî. Heval Bengî, bila çavên te di ÅŸûnde nemînin, em ê li ser ÅŸopa te bimeÅŸin, em ê axîn û wesiyetên te pêk bînin.”