Luqman Guldivê
Rexnegiriya wêjeyê demeke dirêj bi retorîkeke rûniştî çêdibû. Tevî ku edeb û teoriya wê nexasim piştî salên 1970'yî ji binî ve guherî, mirov li bendê bû ku rexnegirî û retorîka wê jî biguhere. Sala 2005'an Laura Wilder retorîka 28 meqaleyên girîng ên rexnegiriya edebê danîn ber xwe û ew analîz kirin*
Nexêr, hîna jî konvensiyona topoi (rêûresma li ser mijaran; pirhejmara peyva toposê ye) bi xêra qayîşokîbûna xwe bi kêr tê û li dar e.
Di teoriya klasîk a argumentasyonê de (heta bi Arîstoyî diçe) ev konsepta Topos gelekî tê bikaranîn. Heta dewreke vê konseptê di analîza dîskursê (gotarê) ya rexnegirî de jî heye. Wilder bi heman rengî bi analîza xwe piştrast dike ku hîna teoriya stasîs jî lê ye. Ev teorî çi ye? Pêvajoya bi 4 pirsan bi armanca bipêşxistina zanînê ye ya ku dikare ji bo lêkolînê bê bikaranîn; nexasim ji bo analîzên rexnegirî yên mijarên ew bi xwe lê dikolin. Ev çar pirs jî ji bo pêdaketina van çar xisûsan e: conjecture (pirsa li faktên û rastiyên berdest), definition (bûyîna heqîqî ya meseleya berdest), quality (cidiyet û çawaniya babetê), policy (plan yan jî banga ji bo çalakiyê).
Lê belê rexnegiriya edebî êdî ne wekî berê ye jî; berê tercîh dihat kirin ku hizir û bal bi tevahî li ser metnê be. Niha em dibînin ku rexnegirî bêhtir wekî sohbet, bihevrepeyivînekê ye ku tê de zanîna li ser metnên edebî û peywendên wan ên cihê û xasma ya dîrokî, civakî tên muzakerekirin û ev zanîn li ser hev tên kirin. Yanî, esas em behsa çêkirin û avakirina zanînê di nava cemaeteke dîsîplîneke diyar de dikin.
Gelo, heger ev hesibandina min li rastiyê bê, hingê mirov dikare ji bo metnên rexnegiriya edebî di nava kurdan de jî heman îdîayê bike? Ez vê pirsê li vir datînim û li bersiva wê napirsim, belkî hevalên din ên ku li mijarê serwexttir vî karî ji xwe re bikin îş.
Ji ber ku meraqa min hîna li ser xisûsa dawî ye, ez li “ka ku û çima”ya avakirina zanînê di nava cemaeteke dsîplînekê diyar de me. Lewma, ne lazim e em ji hev xef bikin, nirxandineke ne erênî bi awayekî giştî bi aqilekî bilindtir, bi behremendiyeke pisporiyê re tê peywendîdarkirin.
Ji ber wê jî, nexasim di dîskursên akademîk de rexnegirî pirr belav e. Di nava cemaeta dîsîplîna rexnegiriya edebî de jî mesele ji xwe ne rexgiriyeke rast û analîzeke giştî diyar e; lewma li gorî Wilder, ji sedî 86´ên mînakên wê di meseleya dîtina rast û tekûz a hin aliyên berhema edebî ya pê dadikevin, ne serketî bûne, ew ji vê re dibêje, ‘mistaken-critic topos (rexnegira/ê şaş ê toposê)’.
Baş e ya ne erênî çi ye di vê meseleyê de ku wê bike kesê ji derve bixwîne vê metna rexneyî bibêje, nivîskara/ê wê biaqil e! Bikaranîna topos, derfetê dide rexnegirê/î ku zanîna nû berhem bîne bi wê yekê ku înventareke (mîrî/xwemîrî/envanter) zanînê ava bike ku alî li ser mentiqîbûna wê bi awayekî bêhemd jî li hev dikin. Vê jî dikin da ku karibin li ilçekî (îdîayên stratejîk) di nava wê metnê de ku pê dadikevin, biçikînin.
Ma ne, îdîayên stratejîk li dijî metna edebî ku ne erênî ne, helbet wê bikin ku xwînerê rexneyê, nivîskarê rexneyê “biaqiltir”, “pisportir” bibînin. Yanî ew hîmê ku Arîstoyî berî bêhtirî 2 hezar û 300 salan ji bo argumentasyona retorîkê danî, hîna jî di metnên rexneya edebî ya akademîk de xuya ye.
Rêyeke din mimkûn e, nexasim gava ku ferdên cemaeta vê dîsîplînê, êdî ji taswas û xemên xwe yên li derveyî metnê û peywendên wê xwe xilas bikin. Li vir çendî min behsa rexneya ne erênî û argumentasyona wê kiribe jî, ji bo ya pozîtîf û argumentasyona wê jî bi ya min divê esas be ku nivîskarê rexneyê xem û fikarên li derveyî metnê û peywendên wê daxîne asta herî jêr a mimkûn da ku edaleteke rexneya edebî di rexnegiriyê de bêhtir darîçav be û ne retorîka wan metnên rexneyî.
* “‘The Rhetoric of Literary Criticism’ Revisited: Mistaken Critics, Complex Contexts, and Social Justice.” In: Written Communication 22.1 (2005): 76-119.
06.05.2019, Yenî Ozgur Polîtîka