Diyarname
Duh di çalakiyên li Silopî de mebûsa BDP'ê ya Şirnexê Sevahir Bayindir di encama êrîşa polîsan de seqet bû. Bayindir wê emeliyet bikin.
Duh li Silopiyê bi beşdariya deh hezar kesî çalakiyeke "Em rê nadin şer" li dar ket. Di çalakiya ku mebûsên BDP'ê Sevahir Bayındır, Hasip Kaplan û Hamit Geylani, şaredarên BDP'ê yên Şirnex û nevçeyên wê jî beşdar bûn de polîsan êrîşê girseyê kir. Polîsan gava çavsotîner avê erebeya anonsê ya BDP'ê.
Di dema êrîşê de mebûs Bayindir ji linga xwe birîndar bû û ew bi ambûlansê rakirin Enqereyê. Li Enqereyê Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş, Serokê berê yê DTP'ê Ahmet Turk û gelek mebûsên BDP'ê çûn pêşiya Bayindir û ew rakirin nexweşxaneyê. Hate gotin ku wê Bayindir emeliyet bikin.
Foto ji malpera Milliyetê hatine girtin