Stenbol
Li Zanîngeha Marmarayê Beşa Hiqûqê xwendekaran xwest stîkirên li ser 'Em bi zimanê zikmakî perwerdehiyê dixwazin' bi wan deran ve vezeliqînin rastî êrîşê hatin. Pêşî nijadperestan êrîşê wan kir û dûre polîsan êrîşê xwendekaran kir û ew girtin bin çavan.
Beşa Hiqûqê ya Kampusa Haydarpaşayê de xwendekarên kurd xwestin stîkirên li ser 'Em bi zimanê zikmakî perwerdehiyê dixwazin' bi wan deran ve vezeliqînin. Li ser vê di navbera xwendekarên kurd û yên nijaperest de nîqaş derket, bûyer mezin bû, nijadperestan êrîşê xwendekaran k ir. Dûre polîs hatin kampusê. Xwendekaran jî ji bo şermezarkirinê dest bi govend gerînê kirin. Di vê navê de xwendekarên nijadperest dîsa berdê xwe dan xwendekarên kurd. Polîsan jî berê xwe da xwendekarên kud û xwendekarên bi navê Cihan Morkoyun, Yildirim Ayaz, Cem Gurbuz, Sedat Bozkurt, Ahmet Ozcan û Kemal Tibelik girtin bin çavan. Nijadperestên ku êrîşên xwendekaran kirin nehatin binçavkirin.


