Diyarname
Em nîqaşeke nû didin dest pê kirin, nîqaşa li ser ŞANO'ya Kurdan. Di vê nîqaşê de armanca me ew e ku em hem balê bikişînin ser şanoya kurdî, hem ji aliyên wê yên erênî û neyînî derxin pêş.
Di vê nîqaşê de em dixwazin bi gotarên xwe nivîskarên me, derhênerên şanoyê, nivîskarên şanoyê, lîstikvan û her kesê bi şanoyê re eleqedar bi keda xwe beşdarî nîqaşê bibin.
Kesên bixwazin dikarin li ser vê mijarê gotarên xwe ji me re bişînin.
Pirsgirêkên şanoya kurdî çi ne?
Pirsgirêkên derhênerên şanoyê yên kurdî çi ne?
Bi têra xwe lîstikên şanoyê bi kurdî têne nivîsandin yan na? Di vî warî de pirsgirêk çi ne?
Lîstikên li kurdî têne wergerandin û derdikevin ser sahnê ji aliyên wan ên êrênî û neyînî çi ne?
Di termên şanoyê yên kurdî de pirsgirêk çi ne? Termên şanoya kurdî çi ne, kîjan jê kêm in?
Pirsgirêkên lîstikvanên kurd çi ne?
Ji bilî bakur, li parçeyên din rewşa şanoya kurdî çawa ye?
Wekî nota dawî: Her kesê bixwaze keda xwe bixe nav vê nîqaşê em li benda gotara/ên wî/ê ne. Lê em naxwazin wekî pirs û bersiv be. Her wiha em naxwazin kesek gotarek binivîse û li ser hemû pirsgirêkan bisekine. Daxwaz ew e ku her kes, ji aliyê ku pispore ve mijarê bigire dest, bêyî dirêj bike rexne û tehlîlan raxe ber çavan.
Bi hêviya ku emê bikaribin kedeke bixin nav şanoyê kurdî.
Ji bo kesên bixwazin nivîsan bişînin:
diyarname@diyarname.com