Amed
1'emîn Festîvala Fîlmên Karkeran a Navneteweyî li Amedê bi meşekê dest pê kir.
Festîvala ku ji aliyê Sendîkaya Devrîmcî Saglik Îş, Genel Îş, SES, Egîtîm Sen û şaxên Tek Gida Îş'ê yên Amedê ve tê organîze kirin, li Amedê bi meşekê dest pê kir. Koma li ber Parka MTA’yê ya Bayindirlikê hatine cem hev heta Navenda Çandê ya Cegerxwîn meşiya.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, helbestvan û wênesaz Mehmet Ozer, Şardara Baglarê Yuksel Baran û gelek nûnerên sazî û dezgehan jî beşdarî şeva li Navenda Çandê ya Cegerxwîn hate lidarxisin bûn.
Di meşê de pankarta "li hemberî bêewlehiyê bêdeng nemîne" vekirin û sloganên "Karkerên TEKEL'ê simgeya berxwedanê ne", "Roj dê bê AKP dê hesabê bide gel", "Bijî biratiya gelan" û "Karkerên Zonguldakê tenê nîn in" berz kirin. Karkerên bi çepik û sloganan dest bi meşê kir koma erbaneyê jî bi rîtmên defê cihê xwe di meşê de girtin. Karkeran li ber Navenda Çandê ya Cegerxwîn li ber rîtmên erbaneyê govend gerandin.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, di bernameya li Salona Konferansê ya Navenda Çandê ya Cegerxwîn de axivî, bal kişand ser teqîna grizuyê ya li Zonguldakê û wiha got: "Me hêvî dikir ku ev festîval di nava çoşekî mezîn da pêk bê. Lê dilê me û wijdana me li Zonguldakê 540 metreyan di bin erdê de ye."
Piştî axaftinan helbest hatin xwendin, hunermendên Navenda Çandê ya Dîcle û Firatê bi stran û rîtmîn defên xwe demê xweş bi beşdaran re dan jiyîn. Di bernameyê de ji bo piştgiriyê komîteya amadekar a mîhrîcanê destegulek diyarî Midûrê Karên Nivîsan ê rojnameya Azadiya Welat ê berê Vedat Kurşun ku ji aliyê 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve bi 166 sal û 6 mehan hatiye cezakirin, kir. Li ser navê Vedat edîtorê rojnameya me Adil Zozanî destegul ji destê derhener Kazim Oz girt.
Ji Azadiya Welat hatiye girtin