Nivîskarên Kurd: ‘Her sal xwezî bi par’
Diyarname
Li ser "Roja Zimanê Kurdî" û cezaya li ser Azadiya Welat, Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê daxuyaniyeke nivîsîk weþand. Vaye daxuyaniya komeleyê: "
‘Her sal xwezî bi par’
Di vê roja ku ziman ra û koka her neteweyî ye, û kurd bi weþandina kovara Hawarê re wê wekî Roja Zimanê Kurdî pîroz dikin de, ji ber berpirsiyariya wî ya li hemberî zimanê kurdî li mudîr û xwediyê îmtiyazê yê rojnameya Azadiya Welat Wedat Kurþun 166 sal ceza tê birîn!
Li hêla din, ji ber daxwaza xwederkerina bi kurdî, dadgeh daxwaza Mehdî Perînçek red dike û berê wî dide girtîgehê?
Ev biryar û cezayên ku xwe dispêrin Dada Tirkiyeyê, nîþaneya berdewamiya hiþmendiya dewleta mêjîkon; ‘Ekmexe nan dîyenîn, qafasini kes’ e !
Ev ceza nûvandina feraseta Îtihat û Terakîst: yek netew, yek al, yek ziman e!
Em di vê baweriyê de ne, ku nîþaneya dewleteke hemdem bi rêzgirtina wê ya li hemberî mafê azadiya hizrî, mafê takekesî û civakî tê pîvan!
Xwederkirin, xwedrebirîn mafê rewa û siruþtî yê her kes, kom, netew û kêmnetewî ye!
Komeleya Nivîskarên Kurd biryarên ku îro li dadgehan ji bo rojnameger, nivîskar û edîtorên weþanan kurdî têne dayîn; wekî darizandina ‘mi kir min çê û xweþ kir’ dihelsingîne, û bang dike raya giþtî û pê re rayedar û rêvebêrên dewletê, ku di zûtirîn katê de zagonên jêderk hiþmendiya nijadperest, biguherin!"