Diyarname
Bi sernavê "Di 100 saliya xwe de Jinên Kurd ên Tealî Cemiyetî" panelek li dar dikeve.
Di panela ku ji aliyê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, Weşanên Avesta û Zanîngeha Bîlgî ve tê organîzekirin dê li ser rewşa jinên kurd ên 100 sal berê axaftin bê kirin. Lêkolîner Rohat Alakom, Gulhan Balsoy, Zehra Ayman û Bulent Bîlmez wekî axifger beşdarî panelê dibin.
Panel 15'ê adarê saet 17'an de li Kamsupa Santralistanbul E1-301 a Zanîngeha Bîlgî li dar dikeve.