Diyarname
Mebûsa HDP'ê ya Culemêrgê Leyla Guven ev 78 roj in di gireve birçîbûnê de ye. Ji bo Leyla Guven kurd li her derê deng derdixin. Niha yek ji van dengan jî straneke nû ye bi navê "Leyla" ye. Stran ji aliyê hunermend Ayfer Duzdaş ve hat vegotin.
Duzdaş ji bo Guven ev stran nivÎsandiye û gotiye. Strana ku di youtube de duh yekem car hat weşandin em dikin klîba hefteyê. Me gotinên stranên deşîfre kirin û em wan jî pêşkêşî we dikin.
Vane gotinên wê stranê û paşê klîba wê:
LEYLA
Keçên kurdan şervan in
Hember tarî bang didin
Şêr li her derê şêr e
Çi jin e xwe çi mêr e
Leyla navê jiyan e
Leyla deng da cîhan e
Bû hevala Zarîfe
Hember tarî deng dide
Ez Dîcle û Firat im
Koçgirî û Ararat im
Li zindanan deng didim
Keça kurd serbilid im
Leyla navê jiyan e
Leyla deng da cîhan e
Bû hevala Zarîfe
Hember tarî deng dide
Berxwedana sedsalî
Şevlêda şeva tarî
Zindanê zaliman da
Mera Xizirê kalî
Leyla navê jiyan e
Leyla deng da cîhan e
Bû hevala Zarîfe
Hember tarî deng dide