logo
ad
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Roja Alzheimer a Dinyayê, ne bîra xwe, ne bîra neteweyî winda nekin
  2. Jîna Amînî û 'Jin Jîyan Azadî' berendamên Sakharovê ne
  3. Li Şanoya Bajêr 4 lîstik hene
  4. Keleha Necimê tê restorekirin
  5. Va ye bernameya FîlmAmedê
news-details

Pervîn Çakar qala operaya winda a sala 1920'an a li ser kurdan dike

  • Dîrok: 16/01/2019
  • Beş: Hevpeyvîn

Hevpeyvîn: Ferîd Demîrel*

Sopranoya kurd Pervîn Çakarê çend roj berê li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsand û got ku wê “Operaya La Nuit Kurde” (Şeva Kurdan) a Alexandre Tansmanî bi dest xistiye ku di navbera salên 1926 û 1928ê de hatiye çêkirin.

Li ser vê rewşê min ji Pervîn Çakarê xwest ku derbarê vê operayê de hin zanyariyan bi min re par ve bike.

Hem çîroka operayê hem jî çîroka bidestxistina wê ya ji hêla Pervîn Çakarê gelekî balkêş e.

Çakarê got ku li gorî lêkolînên wê kirine, yekem operaya li ser kurdan hatiye amadekirin a ku tê zanîn ev e.

Opera di dema ku hatiye çêkirin de ji bo pêşkêşkirina li ser dikê tê amadekirin, hin hewldan tên kirin. Lê li gorî zanyariyên ku malbata Alexandre Tansmanî daye, wê demê desthilatdariya Naziyan Operaya Hannoverê dişewitîne û notayên orkestrayê jî di wî agirî de dişewitin. Yên li ber dest in notayên ji bo piyanoyê hatine amadekirin e. Çakar got ku, heke ew derfet çêbibin, li gorî van notayan, ew dikarin notayên orkestrayê jî ji nû ve binivîsin.

Min hem li ser operayê him jî derbarê nêrîna hunermendên kurdan a li ser muzîka klasîk a rojava de hin pirs ji Pervîn Çakarê kirin. Va ye bersivên wê:

- Çend roj berê we li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nivîsand û we got ku kopyayek “Operaya “La Nuit Kurde-Şeva Kurdan” we bi dest xistiye ku di navbera salên 1926 û 1928'an de ji Alexandre Tansmanî besteya wê çêkiriye, Jean-Richard Blochî jî librettoya wê nivîsandiye. Çi girîngiya vê operayê heye? Ji taybetmendiya wê heye ku bala we kişandiye?

Alexandre Tansman, sala 1897'an li Polonyayê ji dayik bûye. Bestekar û piyanîstekî cihû bûye. Di jiyana xwe de her êş û azar kişandiye û hatiye sirgûnkirin. Ji Polonyayê çûye Fransayê paşê jî çûye Amerîkayê. Ji wir jî dîsa vegeriyaye Fransayê. Ev demeke dirêj e ez li ser berhemên Muzîka Klasîk a Rojava yên li ser kurdan hatine çêkirin lêkolînê dikim. Min digot gelo tu berhemên opera, senfonî yan jî baleyê yên li ser kurdan hatine çêkirin hene yan na. Dema min dît ku besteya operayekê ya bi vî awayî hatiye çêkirin, min bi heyecaneke gelekî mezin dest bi lêkolîna vê kir. Bi rêya emailê min xwe gîhand her du keçên Tansmanî. Li Parîsê dijîn. Bersiva min dan û ez bi vê gelekî bextewar bûm. Min daxwaza notayên operayê li wan kir. Ji min re gotibûn ku destnivîsa notayên operayê li gel wan e. Ji bo ez bikaribim biçim Parîsê fotografên notayan bikişînim destûr dane min.

Opera ji 3 perde û prologekê pêk tê. Lê armanca min ne kişandina fotografên vê operayê bû. Min dixwest nota bi awayekî rêk û pêk li ber destên min bin da ku ez bikaribim di arşîvê de bihewînim. Hem jî ji bo bê lîstin ez serî li hin şanoyên girîng bidim, min dixwest li ber destê min bin. Piştî vê daxwazê malbat li gel weşanxaneya notayên muzîkê ya bi navê Eschigê têkilî danî û ji wan daxwaz kir ku notayan ji min re bişînin. Berhem di navbera salên 1926 û 1928'an de hatiye amadekirin. Mijara wê ji ber romana bi navê “La Nuit Kurde” (Şeva Kurdan) ya Jean Richard Blochî hatiye girtin ku ev nivîskar jî bi xwe cihû bûye. Yanî gotinên operayê ango libretto ji ber vê romanê hatine girtin. Ev roman bi fransizî hatiye nivîsandin, paşê jî bi îngilîzî û almanî hatiye çapkirin. Her wiha Weşanxaneya Avestayê ew bi navê “Kurdistan’da Bir Gece” (Şeveke li Kurdistanê) weşandiye.

Li gorî lêkolînên ku min kiriye, ez dikarim bibêjim ku ev operaya yekem a ku li ser kurdan hatiye nivîsandin e.


- Opera behsa çi dike? Hûn dikarin ji me re behsa naveroka wê bikin?

Mijar li gundekî Nastûriyan derbas dibe. Behsa şerê di navbera eşîreke kurdan ku serekeşîr kesê bi navê Saad e û rûniştvanên vî gundî de dike. Têkiliya di navbera du civak û olên cuda de di operayê de hatiye nîşandan. Evîn, têkoşîn, şer û tiştên din mijara sereke ya vê operayê ye.

- Di cîhana muzîkê de, ango di cîhana operayê de ev berhem çiqas tê zanîn? Her wiha bestekar çiqas navdar e? Gelo ev opera li ser dikê hatiye pêşkêşkirin?

Alexandre Tansmanî bêhtir bi besteyên ku bi klasîk gîtar, piyano û muzîka li mekanên biçûk tên çêkirin hatiye nasîn. Ji bo pêşkêşkiran vê operayê di sala 1930'î de hewldanek çêbûye. Lê ji ber ku dema desthilatdariya Naziyan bûye, hewldan ne baş bi encam bûye. Keçên Tansmanî îdîa dikin ku notayên ji bo orkestrayê hatine sazkirin yên vê operayê, di dema şewitandina avahiya Orepaya Hannoverê (Almanya) de şewitî bin. Ji ber wê ev opera hîna li ser tu dikên şanoyê nehatiye pêşkêşkirin.

- Ji bo pêşkêşkirinê hûnê çi bikin?  Wê tu hewldaneke we hebe? Yan jî divê çi bê kirin?

Ji bo pêşkêşiya wê divê bala tiyatro û endustriya operayê bikişîne ser xwe. Karekî profesyonel jê re divê, lewre pêşkêşiya wê zehmet e. Ji hêla aboriyê ve jî wê şanoyan tengezar bike. Helbet ez ne bêhêvî me. Ji bo pêşkêşkirinê divê hin hewldan bên kirin.

- Hûn bi muzîka klasîk a rojava re mijûl dibin. Hûn dikarin ji me re behsa têkiliya kurdan û muzîka klasîk a rojava bike? Hunermendên kurd çiqas bala xwe didin vê muzîkê? Di qada cîhanê de xebatên hunermendên kurdan ên bi vî çiqas tên zanîn?

Çanda kurdan bi wêje, muzîk û dansên xwe ve çandeke gelekî dewlemend e. Gelek hunermend hene ku perwerdeya muzîka klasîk a rojava xwendine. Lê heta niha gelek kêm beste hatine çêkirin û xebateke gelek hindik a muzîkjenan çêbûye. Di forma muzîka folklorî de gelek berhem hatine dayîn. Lê ev di formên muzîka rojava de ango wekî opera, senfonî, konçerto, oratoryo, kantat û yên din de nehatine amadekirin.

Bestekar ango muzîkjenê muzîka klasîk divê, destpêkê çanda xwe bizanibe û teşeyê li gorî vê bide muzîka xwe. Bestekarê polonyayî Chopîn bi saya polonezên xwe bûye Chopîn. Her weha bestekarê almanî Brahms jî bi saya stranên folklorî yên almanî bûye Brahms. Her bestekar tekez di bin bandora gelekî, civakekî, bûyerekê de dimîne. Lê ya herî normal ew e ku çavkaniya bestekaran çanda wan be û ew bestekar xizmetê ji çanda xwe re bikin. Ez dikarim navê Dilşad Said, Hawar Tawfîq, Brahîm Şêxo û Abdullah Jamal Sagirmayî wekî bestekarên kurd destnîşan bikim.


- Em hinekî behsa xebatên we bikin. Demeke berê we strana “Ay Dilberê” xwend. Ligel xebatên we yên li ser muzîka klasîk a rojava, hûn hin stranên bi kurdî jî li gorî vê formatê dixwînin.

Hunera operayê hişt ku ez xwe nêzîkî çanda xwe bikim. Ez dibêjim, di serî de divê muzîkjenek muzîka xwe bizanibe. Tiştê gelekî xwezayî bû ku straneke gelêrî bi orkestrayekê, li gorî teknîka operayê bistirêm. Lê gelek kesan cara pêşiyê bu ku li vî tiştî guhdar dikirin. Ji ber ku muzîk û zimanê wan bû kêfa wan jê re dihat. Dema vê bi çelloyê, bi flutê, bi keman û di awazên operayê de dibihîzin, kêfa wan tê. Ev dihêle ku muzîkeke nû derkeve holê. Di rastiyê de muzîkjenên kurd ên li Iraq, Sûriye û Îranê xebatên bi vî awayî ji zû de ye dicirebînin. Di roja me de têgihîştina muzîkê li gorî şert û mercên demê diguhere. Di rastiyê de bandora her serdemê li ser muzîkê çêbûye. Ji ber rewşa siyasî, civakî û erdnîgariyê her serdemê şêweyeke muzîkê derketiye pêş. Ez ê stranên bi kurdî li gorî teknîka operayê bistirêm. Di vê de ez ê berdewam bikim. Heta min hin ji wan xistin nava bernameyên konsertên xwe. Ez bi hin bestekarên kurd re kar dikim. Li cîhanê gelek hunermendên ku muzîka klasîk a rojava çêdikin, di konsertên xwe de stranan bi zimanên xwe û yên çanda xwe distirên. Ev reseniya wan nîşan dide. Min jî xwest vê reseniyê nîşan bidim. Dema li cîhanê muzîka Mozartî lê dikeve, çima stranên gelêrî yên ji ber helbestên Feqiyê Teyran an jî helbestvanên din ên kurd hatine derxistin, yên dengbêjan diyarî dane muzîka kurdî neyên gotin. 

** 

Karakterên esasî di operayê de ev in:

Evanthia (Keça Katsantanesî) Dramatik soprano, Amine (hevjîna Saadî) mezzo- soprano, Adîle (Xizmetkara Amîneyê) soprano, Hélène (Hevjîna Katsantanèsî) soprano, Saad-ténor, Katsantanès (Kurdê arîstokrat ê li qesrê) Bas, Selîm (Serekê kurdan) Bas, Nidham-ténor, Nouroulla-ténor, Bihraw-ténor, Soumo-Bas, Markos-ténor, Zomaïa-ténor, Khelpo-ténor (Kurdekî arîstokrat ê li qesrê), Mirzo (kurdekî ciwan) Kontralto, Le Soufi (Derwêş) Bas.

**

Derbarê Pervîn Çakarê de

Di sala 1981'ê de li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinê. Sala 1995'an li Lîseya Hunerî ya Anadoluyê ya Amedê dest bi perwerdeyê kiriye. Sala 1999'an li Beşa Dersdêriya Muzîkê ya Zanîngeha Gaziyê dest bi xwendina xwe kiriye û sala 2003'yan li heman Zanîngehê Beşa Hunerê ya Deng xwendiye. Sala 2008'an Konservatûara Dewletê ya Perugia F. Morlacchi ya li Îtalyayê bi dereceyeke serkeftî qedandiye. Li heman konservatûvarê master bi dereceya herî bilind xwendiye.

Li welatên wekî Îtalya, Tirkiye, Spanya, Arnavutluk, Kosova, Almanya, Hollanda, Avusturya, Fransa û Rusyayê gelek konser dane û di operayan de cih girtiye.

Sala 2011'an beşdarî 28'em Pêşbaziya Operayê ya Maria Canigliayê ya Navnetewî bûye ku li bajarê Sulmona yê Îtalyayê çêbûye. Li vir bûye yekemîn.

Xelatên din ên ku wergirtine:

Sala 2011'an "Xelata Taybet a Dengên Herî Baş ên Jinan" a Weqfa Lotte Lehmanî li New Yorkê

Sala 2012'yan de Paris Accademie Disque du Lyrique-ê hêjayî xelata "dengê herî baş ê jinan" a Grand Prix Leyla Gencer Altın Orfeo ( Orfee D'or )

Sala 2012'yan "xelata dengê jinan a herî baş" a Weqfa Operayê ya Semiha Berksoyê

Sala 2013'yan "Hunermenda operayê ya herî baş" a 4'emîn Xelata Muzîka Klasîk a Andante Donizetti

* Ji Bîanetê hatiye girtin

Parve Bike

Youtube Me

Peyama Lahûr Şêx Cengî li ser Kerkûkê

news

Nizamettin Arîç

news

Em Hatin

news

Aytenxan: "Şevbuhêrk û Şîrînahî"

news

Omer Dilsoz: Bo demê

news

Qeza...

news

Mîrza Ronî: Şevger Çolo û Provakasyonên wî!

news

Helîm Yûsiv: Piştî 34 salan Mihemed Şêxo

news

Êrîşa li lîstikvanên Amed Sporê... 05.03.2023...

news

Di dema erdhejê de ger hûn erebeyê diajon...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li derve bin...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li hundir bin...

news

'Bêrîvanê' / Mihemedê Nenyasî

news

Zara Mihemedi hat berdan

news

Goristana Semsûrê dilan dişewitîne…

news

06.02.2023, navenda Semsûrê...

news

Gername: Welatê Baskê

news

Hemal

news

Gername: Geştiyariyeke Behdînan

news

PEŞKÊN ŞEVÊ I

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 16 09 2023

Îdîaya Mem Med: Çîroka kurmancî li gorî cureyên edebî yên din herî pêş e

news
  • 12 09 2023

Samî Hêzil: Divê em cihê wergerê di çand û zimanê xwe de diyar bikin: serê jorê an ber dêrî?

news
  • 12 06 2023

Receb Dildar: Berteka ji bo xweparastinê tevgere xwezayî ye

news
  • 14 03 2023

Dr. Tekîn Çîtçî: Bijîşkiya gelêrî qet ji holê ranabe

news
  • 12 12 2022

Çavdêriyên rojnameger Gok: Dewlet, Rojhilat û Belûcistanê wekî dijmin dibîne

news
  • 21 09 2022

Çend xwendekar, mamoste û dibistanên kurdî hene? Serokê YMK'ê qal dike

Nivîsên Nû
news

Nûdem Durak û Emma Kok

  • Mîrza Ronî
news

Rojbûyîn û 12’yê Rezberê

  • Aytenxan
news

Ji pirsa Murat Bayram bersiveke rast dernakeve

  • Cemil Oguz
news

Kevoka li asîmana Cizîrê

  • Mîrza Ronî
news

Cêwiyê êşê Zubêr Salih

  • Helîm YÛSIV
news

Hebûn, Kakil, Heyîn, Sartre

  • Çorê ARDA
news

Rewşenbîrên ereb û kurd

  • Helîm YÛSIV
news

Gundên Bê Zuriyet

  • Kazim Polat
news

Navê Aqil Gelo ye!

  • Dilşêr Bêwar
news

Du Stran û Varyantek

  • Veysel Vesek
news

Li nav otobusê wêneyê jinika tazî

  • Dilşêr Bêwar
news

RENGÊ ŞÎRÎN Û TARÎ

  • Aytenxan
news

Qezencên ji nivîskariya bi kurdî

  • Helîm YÛSIV
news

Di 'Şapat'ê de paradoksa bindestiyê

  • Çorê ARDA
news

MIN GEZKE

  • Dilşêr Bêwar
Ev jî hene
ad

Koordînasyona Nisêbînê: Dest bidin gelê Nisêbînê

ad

Ryan Giggs bû berpirsê tîma neteweyî

ad

Amaraya ku pirtûkên xwe şandin Kobanî niha kampanyayek din da dest pê kirin

ad

Mehmet Ali Birand wefat kir

ad

Vaye profîla pêşberendamên HDP'ê

ad

Dadgeha Tirk DTP jî girt!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Roja Alzheimer a Dinyayê, ne bîra xwe, ne bîra neteweyî winda nekin

  • 21 09 2023
news

Jîna Amînî û 'Jin Jîyan Azadî' berendamên Sakharovê ne

  • 21 09 2023
news

Li Şanoya Bajêr 4 lîstik hene

  • 21 09 2023
news

Keleha Necimê tê restorekirin

  • 21 09 2023

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • Helîm YÛSIV
  • Kazim Polat
  • Mîrza Ronî
  • Omer Dilsoz
  • Veysel Vesek
  • Welat Dilken
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin

Copyright © 2005-2023 Diyarname