Diyarname
Lîstikvanê defansê yê Barselonayê Gerard Pique li Stenbolê klûba bi navê Andorrayê dê bikire.
Pique ji bo Klûba Fûtbolê ya Andorra bikire dest bi hevdîtinan kir. Andora di lîga herêmî ya Spanyayê de cih digire. Çapemeniya Andorra ragihand ku Pique klûb kiriye. Li ser vê yekê klûbê ragihand ku hê hevdîtin didomin.
Rojnameyên spanyol nivîsandin ku kompaniya Pique a bi navê "Kosmos" deynên klûbê ku 200 hezar Euro ne dê bigire ser milên xwe û di destpêka sala 2019'an de bi awayekî fermî klûbê bikire. Hat îdîakirin ku lîstikvanên berê yên Barselonayê Gabrigel Garcia û Albert Jorquera dê bibin berpirsên teknîkî yên klûbê.
Klûba Fûtbolê ya Andorrayê ligel peymana di navbera Federasyona Fûtbolê ya Spanyayê û Federasyona Fûtbolê ya Andorrayê de li nav lîgên Spanyayê de dilîze.