Diyarname
Diyarbekirspor di sehaya xwe de li hemberî Beşîktaşê bi 1-3 têk çû. Bi vê encamê mayîna Diyarbekirsporê ya di Lîga Super de zehmet bû. Ji bo Diyarbekirsporê mûcîze lazim e.
Di hefteya 32'yan a Lîga Super de Diyarbekirspor û Beşîktaşspor li Amedê hatin hemberî hev. Beşîktaş derfetên şampiyoniyê ji dest çûbûn hinek jî bi vê rehetiyê çû Amedê.
Di maça ku bê temaşevan hate lîstin de Beşîktaşê bi golên İbrahîm Toraman (dq 25), Abdullan (Dq 67, gol avêt qeleya xwe) û Tello (Dq 83) maç bi dest xist. Tekane gola Diyarbekirsporê Tazemeta (Dq.48) avêt.
Kunyeya maçê:
STAD: Diyarbekir Ataturk
HAKÊM: Halis Ozkahya, Ali Saygin Ogel, Serdar Akçer
DİYARBEKIRSPOR: Gokhan - Abdullah, Umit, Erdinç, Celaleddin - Erdal (Dq. 65 Erhan), Bariş, Tjikuzu, Burak (Dq. 77 Ufuk) - Bebbe, Tazemeta
BEŞİKTAŞBPOR: Ruştu - Ridvan, İbrahim Toraman, Sivok, İsmail Koybaşı - Necip (Dq. 81 Ugur), Fink, Ernst, Tello (Dq. 86 Serdar Ozkan) - Nihat (Dq. 86 İbrahim Kaş), Bobo
GOL: Dq. 25 İbrahim Toraman, Dq. 67 Abdullah (avêt qeleya xwe) û Dq. 83 Tello (Beşiktaş) / Dq. 48 Tazemeta (Diyarbekirspor)