Serkan Brûsk
Peyva berhem peyvek e ku girêdaneke wê ya bihêz bi jiyanê re heye. Ji bo bi awayekî bênavber jiyan berdewam bike, her cure jîndar bi awa û şêwazên xwe ber didin û bi vî awayî beşdarî çalakiya mayindekirina jiyanê dibin.
Di Kurmanciyê de bi giştî peyva berhemdarî hem ji bo berê biyolojîk (zayin û çêbûn) û hem jî ji bo berhemdariya ramanî û hestî tê bikaranîn. Ya rast, peyva afirînerî jî heye û ew bi gelemperî di wateya duyem de tê bikaranîn. Tevî ku hinek ji nivîskarên Kurd dibêjin (min bi devkî bihîstiye lê bi nivîskî nexwendiye) ev peyveke Tirkî ya kevn e ku ji peyva avrad hatiye nava zimanê Kurdî û wek peyva berhemdariyê di nava zimanê Kurdî de bi rêya Soraniyê şûna xwe girtiye. Di nava peyvên Kurmanciyê de jî kelijî û pijiya ye. Bi herhal, wisa ye ne wisa ye, ez nizanim lê heger wisa be jî, li telê min nakeve û ez ê bi çavê ku ew nebixêrhatî ye lê nenêrim.
Heger ez li mesela berhemdariyê vegerim, îca, we divê em ji berên zimanî yên nivîskî û devkî re bibêjin; berhem an jî bi peyva afirandin bi nav bikin, her bi kîjan peyvê dibe bila bibe, divê pîvan û giraniyeke wan a hunerî hebe. Berhema nivîskî carekê divê bi ked, xwêdan, wext û sebrê hatibe sitrandin û bi hunerê vegotina çîrokî karibe nehîniyên di nava hest û ruhan de veşartî ne, bi awayekî hûnandî pêşkêşî me bike. Loma jî hunermend divê xwedî karîneke Xwedayî û keddariyeke bêwestan a mirovî be.
Ew hest û têkiliyên li derdora me yên di nava şawşawe û sergêjiya rojane de tên û derbas dibin ku em hebûna wan hîs dikin lê em nikarin wan vebêjin; dema bi awayê çîrokî yan jî helbesteke xweşhûnandî ku tenê ji çend peyvan pêk tê, di nava giyanê me de belav dibe, yekser me dinermijîne, xem û derd, xweşî û dilbijikiyên me vedibêje û wî barê giran ê ku ruhê mirov di bin xwe de difetisîne radike û mirovan li wî ruhê zaroktî yê heta tu bibêjî bi xwe re haş e û gerdûneke tije û mişt, hestên pak û paqij e.
Hejmara kesên birastî afirîner in li her deverê û di nava hemû cure huneran de pirr kêm in. Ev rastiyeke giştî ye. Loma jî qumaşê hunerî biha ye. Heger ev rastî ji bo xelkê carekê rast be ji bo me pirr zêde caran rast e… Îca, di beşên din ên hunerê ciwaniyê de hunermendên Kurd berhemên xwe di kîjan astê de pêşkêş dikin, bi serê min neketiye, zanebûna min jî li ser wan mesaleyan ne di asta nirxandineke rexneyî de ye, loma jî bila serê wan hunermendan di zikê hev û din de be.
Lê di meseleya nivîskariya bi Kurmanciyê de bi rastî pirsgirêkên nivîskaran gelek zêde hene. Di hebûna zêde ya van kêmasiyan de herî pêşî nivîskar bi xwe tewanbar in û dûre jî bi rêzê; weşanger û redaksiyona wan, rexnegir û xwendevaniyeke ne di asteke bilind a wêjeyî de pişkdarê vê lewaziyê ne. Me got, rexnegir lê mixabin e ku nebûna rexnegiriyeke zanistiya wêjeyî rê li ber berhemên lewaz û beravêtî vedike. Loma jî divê ji ciyekî û pê ve rexnegirên cidî yên Kurmanciyê derkevin û berheman li gorî pîvanên rexnegiriyeke zanistî binirxînin. Me wek xwendevan û nivîskar li ser bikaranîn yan jî nebikaranîna ziman di formeke wejeyî de, li ser naverokê, awayê hûnandin û avahiya berheman bikin xwedî fikir.
Di van demên dawî de hê jî gelek roman têne weşandin ku ji sedan rûpelan pêk tên, lê biqasî gotareke yekrûpelî ne xwedî naverok in û ji peyvên rojane yên axaftineke sade pêk tên, tu hemû romanê biguvêşî tu li hevokeke cuda ya nebihîstî û nexwedî rast nayê ku te veciniqîne. Hevokên hene jî wek hejikan hişk in û di perdeya kerrika guhê mirovan de aliqî dimînin. Tişta nexweş ew e ku hê jî hinek ji wan nivîskaran bawer dikin ku nivîsandin û bicîhkirina hejmarek peyvên Kurdî di nava hevokên lihevgeriyayî yan jî yên sade û bêmest de dê pirtûka wan bike berhemeke şahkar.
Rewşa çîrok û helbestê jî bi heman rengî ye. Temam ez dikarim rewşa nivîskarekî/a ciwan fêm bikim ku bi berhema xwe ya bereta şa dibe. Lê bi rastî jî ez van nivîskaran fêm nakim ên ku çend pirtûk nivîsandine û hê jî, di asta destpêkê de teqinî mane. Bawer bikin, hûn bi van nivîsên xwe ne navdar dibin û ne jî hûn karin ji niha û bi şûn ve bi qasî çirûskekê wêjeya Kurmanciyê ronî bikin. Ez vê bibêjim û wek gotina dawî jî hema bi çi sonda heyî; asta Kurmanciya îro vê berhemdariya paşdemayî û beravêtî heq nake..
12.10.2018, Yenî Ozgur Polîtîka