Diyarname
Îro ji bo Serokomariya Iraqê li Parlemena Iraqê dengdan hebû. Çend berendam hebûn. Di dengdana yekemîn de berendamê YNK'ê Berhem Salih 165 deng, berendamê PDK'ê Dr. Fûad Hisên 89 deng girtin. Rewş derbarî dora duyem bû. Berî dengdana duyem dest pê bike Husên berendamtiya xwe bi paş ve kişand û Salih tenê ma. Paşê dora 2'yem dengdan çêbû. Di dora 2'yemîn de Berhem Salih bi 219 dengan hat hilbijartin. Piştî hilbijartinê Salih sond xwend û bû Serokomarê Iraqê.
.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Dr. Behram Salih dibe Serokomarê Iraqê