Îhsan Bîrgul
Ez ewil vê bêjim; ev çûyîna min a Amedê ya cara yekem bû. Ez ê hest û gotinên xwe ye li ser vê mijarê di nivîsek din vebêjim...
Helbet di rewşek wiha awarte de li Amedê çalakiyek çandî û edebî tiştek xweş û derfetek mezin e ji bo kurdîhez û kesên ehlê xwendinê. Hema bêjin hemû weşanxaneyên kurd li wir bûn. Ev jî bêhtir xweş bû...
Tişta bala min kişand û aciz kirim ev bû; bêguman gelek tiştên ez aciz kirim hebûn lê xala sereke ev bû. Çi ye ev xal? Te digot qey şaredarî û weşanxaneyan dest dane ji bo ku nivîskar û xwîner negihêjin hev.
Cihê fûarê li derveyî bajêr bû û hatin û çûyîn zehmet bû. Ev "guzellîk"a şaredariyê bû ji bo me.
Îcar em werin "guzellîk"a weşanxaneyên me. Bila kes dilê xwe neke û nexeyide. Weşanxane bi tenê bi çavên bazirganiyê li mijarê dinêrin. Bêguman ev karê wan e û pê debara xwe dikin lê divê hinekî empatî bikin. Bi dehan nivîskar ji Ewropa û Tirkiyeyê hatibûn ji bo ku bi xwînerên xwe re werin cem hev, lê xema weşanxaneyan ne ev bû. Sed mixabin derdê wan tenê firotana pirtûk bû...
Li ser heman standê, di heman saetê de bicîhkirina şeş û heft nivîskaran hem ji bo nivîskar hem jî ji bo xwîner heqaretek mezin e. Wekî mînak; hevaleke nivîskar ji Almanyayê hatibû, qaşo ez çûm serdana wê lê di nava koma nivîskaran de encax min dît û me tenê silav da hev. Li gor min ew bendava şaredariyê danîbû pêşiya weşanxaneyan, weşanxaneyan jî danîbûn pêşiya xwîner û nivîskarên kurd. Mafê ku çar gotinan li hev bikin tune bû...
Sosreteke din; bêexlaqiya Tuyapê ya li hemberî zimanê kurd bû. Di serî de di Diyarnameyê de û di çapemeniya me ya din de jî derket ku di fûarên berê de çawa kurdî hebû û niha me dît çawa Tuyapê cih nedaye kurdî. Kek Mem Mîrxan jî ew afîşa fûara 2015'an îro parve kir. Ew wêne jî awêneya bêexlaqiya Tuyapê radixe ber çavan...
Li gel hemû kêmasî û aloziyan dîsa jî ji bo ehlê nivîsê û edebiyathezan rojên xweş bûn. Sedî zêdetir nivîskar û xwîner hatin cem hev.
Ez wekî gotina dawiyê vê bêjim, piraniya nivîskaran ji hatina xwe ya fûarê poşman bûn. Hêvî dikim weşanxaneyên me hinekî baldar û bihistiyar bin...
30.09.2018
***
Nûçeya û Nivîsên Eleqedar:
- Xelata Helbestê a Arjen Arî hat dayîn
- Vane hemû Weşanxaneyên kurdan ên li Amedê stand vekirine
- Çalakiyên Fûara Pirtûkan a Amedê diyar bûn
- Pêşangeha Pirtûkan a Amedê, wekî berdewamiya qirkirina çandî