Diyarname
Pêşbaziya Helbestan a Arjen Arî ku îsal 5'emîn car li dar ket li Amedê bi merasimek hat dayîn.
Îsal pêşbazî ji aliyê malbata Arî, Weşanên Sor û Weşanên Lîsê ve pêşbazî hat lidarxistin. Emerîkê Sidîqayê bi dosyaya xwe ya helbestan "Vê Lehzê Vê Payîzê" bi ser ketibû. Li Fûara Pirtûkan a Amedê li Salona Dîcleyê merasima xelatdayînê hat dayîn. Malbata Arjen Arî, nivîskar Migirdîç Margosyan, helbestvan C. Hakkı Zariç, helbestvan û weşanger Lal Laleş, Hevserokê Pena Kurd Osman Ozçelîk, Nûnerê Kovara Dilopê yê Amedê Reşo Ronahî û hin mêvanên din amade bûn. Emerîkê Sidîqayê ku bi dosyaya xwe bi ser ketibû xelata xwe ji destê Migirtîç Margosyan girt. Her wiha juriyê ji ber helbest û xebata wan Xelata Rûmetê jî da TTB'ê (Yekîtiya Tabîbên Tirk). TTB li dijî şer derketibû û ji ber vê yekê rastî êrîşa hikumetê hatibû. Li ser navê TTB'ê, endamê Konseya Rêveberî ya TTB'ê Şeyhmus Gokalp xelat girt. Gokalp bi kurtî axivî û got: "Me got 'Şer pirsgirêka tenduristiya gel e' û me bi paş ve gav neavêt. Em li ser gotina xwe ne. Wê demê hemû civak xwedî li vê helbesta TTB'ê derket. Em sipasiya saziyên ku em layiqê vê xelatê ditine dikin."
Wekî nota dawî: Dosyaya "Vê Lehzê Vê Payîzê" ku bi ser ketibû ji aliyê Weşanên Sor ve hat çapkirin û di fûarê de tê belavkirin.
***
Nûçeya û Nivîsên Eleqedar:
- Vane hemû Weşanxaneyên kurdan ên li Amedê stand vekirine
- Çalakiyên Fûara Pirtûkan a Amedê diyar bûn
- Pêşangeha Pirtûkan a Amedê, wekî berdewamiya qirkirina çandî