Luqman Guldivê
Pira reqsê, bi navê xwe yê Elmanî ‘Bruecke des Tanzes’ romana yekem a Sharam Qawami ya bi Elmanî ye. Qawamî berê gelek berhemên edebî yên bi Kurdiya Soranî nivîsîne, ji ber wê jî wê rast be ku em vê berhema wî ne weke yekem binirxînin. Sharam Qawami (Şaram Qewamî) di vê romanê de behsa serpêhatiya Soraw dike.
Soraw bi xwe, piştî ku fermandarê wî û qehremanê wî (Issa-Îsa) tê kuştin ji bereya şer a di navbera Îran û Iraqê de direve û berê xwe dide mişextiyê ku di dawiyê de digihîje Elmanyayê. Ji destpêkê ve em dikevin nava wê sergêjiya di xeyala Soraw de ku diçe û tê di navbera eşqa xwe û Îsa, bi avê de çûna wê xeyala eşqa ji bo rojnamevaneke Elman a li bereyê hev nas kirî û hezkirina ji bo Kristen de.
Hasil, nivîskarê ku bi xwe ji Sinê ye û di zaroktiya xwe ya piçûkî de şahidiye şikestina şoreşa Kurdan a sala 1980´yî kiriye, ya rastî bereya şerê Îran û Iraqê bêhtir serketî terîf dike. Şideta şer, şideta malbatî, şideta mêr li dijî jinê, şideta civaka kapîtalîst a li yên herî li jêr, nexasim li penaberan xwe ji terîfê bêhtir di diyalogên di romanê de dide der.
Lê belê mirov li vir lê mikur bê ku zimanê Elmanî yê hatî bikaranîn ji bo diyalogan û vegotinê, her weha sêwirandina vegotinê nekir ku ez bêhtir xwe bidim xwendina romanê. Li vir ew his bi min re peyde bû, heger nivîskar bi zimanê xwe yê dayikê binivîsanda, wê roman di vî warî de muhtemelen serketîtir bûna.
Ji bo vê teza xwe ya jor ez dikarim behsa aliyekî din ê romanê jî bikim ku ew jî di mohleteke teng de bicihkirina gelek çîrok û serpêhatiyan e ku Soraw û Îsa elaqedar dikin. Her yek ji van çîrokan gava ku bi tena serê xwe bên gotin, dikarin bi hostetiyeke vegotinê, bibin kurteçîrokek heta novelek jî. Di wan de ew hêmanên sereke yên ku ji bo vê lazim hene.
Destpêkeke ku bi terîfên giştî xwe bide xwendin, terîfa kesan, terîfa cih û mekan, terîfa peywenda heyî, ji bo van hemûyan dibe. Paşê têkiliyên karakterên heyî bi hev re, îşaretkirina bi çarenûsên wan û ew xisletên lazim e ji bo fêmkirina serencamê. Ev çîrokên ez behsa wan dikim hemû bi şokekê ber bi fînala xwe ve diçin.
Heger hostetiya sêwirandin û vegotinê mil bi mil ve bimeşin, ji vê şokê mirov dikare xwîner bi rastî bi xwe ve bizeliqîne. Lê hem diyaloga ku ev serpêhatî tê de hatine bicihkirin û hem jî vegotina romanê bi serê xwe di vê yekê de bi qasî ku karîbûn, serketî nebûne. Dîsa jî ji van çîrokan ya herî serketî hatiye bicihkirin ya wî pasdarê Îranê ye ku berê êşkencevanek bûye li Sinê. Çawa êşkencekar bûye, çawa tevgeriyaye û çawa elaqeya êşkenceya li du jinên Kurd kirî, bi bûna wî ya li bereyê re heye, nisbeten baş hatine hunandin û vegotin. Jixwe, weke xwîner em ê bi ser de jî fêr bibin ku elaqeya vê bûyerê bi Îsa re jî heye.
Hasil Soraw li rastiyê digere û ev gera rastiyê di beşa duyem a romanê de ku bi carekê romannûs, qehremanên beşa yekem Soraw û hevala wî Kirstenê tîne cem hev. Ev yek wisa diqewime ku xwîner pêşî matmayî dimîne û ji hev dernaxe, kengî dinya qulibî. Hasil bêjer ê ku weke kesê sêyem behsa Soraw dikir, êdî dibe kesê yekem ku behsa xwe û kesên din dike.
Serdana wî ya mala Soraw û Kirsten û ji wê ve bi carekê di navê gerîna li heqîqetê de em xwe di nava çîrokên serdema antîk, dadgeheke ku Platon û Aristoteles di navê de dibin. Jixwe bersiveke mutleq ya heqîqetê wê di dawiyê de neyê dayîn. Ji bo qehremanên romanê û nivîskar ne bersiva pirsê, belkî gerîna lê muhim bin. Xurtiya romanê di gelek detay û hûrgiliyan de veşartiye ku peywendiya şidet û heqîqetê bi hev re datîne. Qelsiya romanê jî di mohleteke kurt (şeva wê roja Îsa mirî) de bicihkirina wan çîrokan e ku dikarîn romanê gelekî xurt bikin.
24.09.2018, Yenî Ozgur Polîtîka