Berendamê Oscarê yê Fransayê diyar bû
Diyarname
Fransayê fîlmê ku dê wekî pêþberendamê Oscarê ji bo Akademiyê biþîne diyar kir. Fîlmê bi navê "Memoir of War / La Douleur " ku bi cureyê dramayê ye bû pêþberendamê Oscarê.
Sala bê dê 91'emîn car Xelatên Oscarê bêne dayîn. Welat ji bo bibin berendam fîlmên xwe wekî berendam diþînin. Fransa ku di nav sînemaya Ewropayê de cihek girîng digire fîlmê xwe ji bo Akademiyê þand. Fîlm ji romana otobiyografîk "The War: A Memoir" a Marguerite Duras hatiye girtin. Fîlmê ku derhêneriya wî Emmanuel Finkiel kiriye li ser navê Fransayê ji bo Fîlmê Biyanî yê Herî Serketî yê Oscarê hat þandin.
Serlîstikvana fîlm Melanie Thierry xelata Cesarê girtibû. Ligel Thierry lîstikvan Benoît Magimel, Benjamin Biolay û Grégoire Leprince-Ringuet rol girtiye ser milên xwe.
Fîlm di pûþpera sala 1944'an de derbas dibe. Di fîlm de nivîskareke ciwan a bi navê Marguerite ji bo der barê mêrê xwe yê ku hatiye binçavkirin û ew birine kampa Dachau agahiyê bigire mecbûr dimîne xwe nêzî naziyekî bi navê Rabier dike.
Di beþa Fîlmê Biyanî yê Herî Serketî de piþtî Îtalyayê herî zêde Fransayê Xelata Oscarê girtiye. Fransayê heta niha 12 caran ev xelat girtiye.
Li aliyê din Tirkiyeyê kurtedemek berê eþkere kiribû ku wa "Ahlat Agaci" ya Nuri Bilge Ceylan ji bo pêþberendamiya Oscarê þandiye.