Diyarname
Belgefilmê derhêner Huseyîn Tabak ê bi navê "Çirkin Kral Efsanesi" (Efsaneya Qralê Nexweşik) ku li ser jiyana Yilmaz Guney kişandiye xelat girt. Belgefîlm
di 3'yemîn Festîvala Beyond The Borders a Yewnanîstanê de di beşa belgefîlmên dîrokî de Xelata Belgefîlmê Herî Serketî girt.
Li gor nûçeya Murat Turker a di Bîanetê de juriyê bi gotinên "Belgefîlmekî bi coş", "Bi bereket" pesnê belgefîlm daye û ew xelat kiriye. Heman belgefîlm îsal di Festîvala Fîlman a Stenbolê de jî hatibû nîşandayîn.
Ligel vî belgefîlmî juriyê xelata mansiyonê daye sê fîlmên din. Filmê bi navê Living with Walls (Jiyana bi dîwaran re) yê behsa dîwarê li Lefkoşeyê, paytexta Qibrise dike; filmê bi navê Camdodian Textiles (Rêsînên Kamboçyayê) ê behsa veberhênaniya hevrişîma li Kamboçyayê dike û filmê The Balcony – Memories of the Occupation (Şaneşîn-Bîranînên Dagirkeriyê) yê behsa tiştên Naziyan li Yewnanistanê kirine di vê çarçoveyê de xelat girtine.