Diyarname
Kovara Forbes a ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) lîsteya lîstikvanên mêr û jin ên ku herî zêde pere kar dikin eşkere kir. Li gor lîsteyê George Clooney bi 239 mîlyon dolarî di rêza yekemîn de ye. Ji lîstikvanên jin jî Scarlet Johanson bi 40,5 mîlyon dolarî yekemîn e. Lîsteya 2018 nîşan da ku lîstikvanên mêr ji jinan 4 qat zêdetir pere kar dikin. Dema lîsteya wekî mêr û jin be tevlihev kirin û yek lîste derê Johanson encax dikare di rêza 8'an de cih bigire. Di lîsteyê de jinek din ku bikevi nav lîsteya 10'ên pêşî nîn e.
George Clooney van deman ne zêde di fîlman de cih digire ligel vê yekê jî bûye yekemîn, sedema vê yekê ew e ku Clooney kompaniya xwe Casamigos firot. Kompaniya mezin a meyê Diageo ev kompaniya Clooney bi mîlyar dolarek kirî.
Li gor lîsteya ku Forbesê weşand 10'ên pêşî yên mêr bi vî rengî çêbû:
George Clooney: 239 mîlyon dolar
Dwayne Johnson: 119 mîlyon dolar
Robert Downey Jr: 79 mîlyon dolar
Chris Hemsworth: 64,5 mîlyon dolar
Jackie Chan: 45,5 mîlyon dolar
Will Smith: 42 mîlyon dolar
Akshay Kumar: 40,5 mîlyon dolar
Adam Sandler: 39,5 mîlyon dolar
Chris Evans: 34 mîlyon dolar
Salman Khan: 33,5 mîlyon dolar
Lîsteya jinan jî bi vî rengî çêbû:
Scarlett Johansson: 40,5 mîlyon dolar
Angelina Jolie: 28 mîlyon dolar
Jennifer Aniston: 19,5 mîlyon dolar
Jennifer Lawrence: 18 mîlyon dolar
Reese Witherspoon: 16,5 mîlyon dolar
Mila Kunis: 16 mîlyon dolar
Julia Roberts: 13 mîlyon dolar
Cate Blanchett: 12,5 mîlyon dolar
Melissa McCarthy: 12 mîlyon dolar
Gal Gadot: 10 mîlyon dolar