Diyarname
Di dema ku li Tirkiyeyê mijara birîna daran, têkbirina daristanê her di rojevê de ye, di dema ku agir bi daristanên li bajarên kurdan hatine xistin û dişewitînin de ev wêne ji Qamişlo hat.
Nivîsgeha Ragihandina Şaredariya Bajarê Qamişlo / Milê Rojhilat pankartek mezin daliqandiye û dibêje, "Biçîne, nebire".
Em vê xesasiyeta ji bo daran gelek baş û rind dibînin û ji bo vê yekê vî wêneyî wekî Wêneyê Rojê hildibijêrin û pêşkêş dikin.