Diyarname
Îro serê sibê saet li dor 7.30 sê kesan bi çek êrîşê Walîtiya Hewlêrê kir. Êrîşkaran kesên di avahiyê de dîl girtin. Hêzên asayîşê yên dijterorê yên Hewlêrê ew dorpêç kirin, her sê êrîşkar hatin kuştin. Di bûyerê de parêzvanekî walîtiyê jiyana xwe ji dest da û çend karmendên walîtiyê birîndar bûn.
Li gor nûçeya Rûdawê her sê êrîşkar jî ji Hewlêrê ne. Rûdawê wisa nivîsî: "Li gorî zanyariyên destpêkê, nasnameya her sê êrîşkaran bi vî awayî ye; Rehêl Mihemed Rostem Mûsa jidayikbûyê sala 2002, Bîlal Silêman Ebdulrehman Ehmed jidayikbûyê sala 2000, Ebdulrehman Rehîm Qadir Hisên jidayikbûyê sala 2002."
Tê gotin ku her sê êrîşkar endamên rêxistinên terorî yên îslamîst in.