Diyarname
BDP û Komeleya Nivîskaran li ser wefata nivîskar û rojnameger Evrim Alataş daxuyanî weşand, xemgîniya xwe ya ji bo wefata wê anîn ziman.
Hevserokên BDP`ê di der barê mirina Alataş de peyamek ya sersaxiyê weşandin. Di peyamê de BDP`ê sersaxî ji malbat û xizmên Alataş re xwest. Di peyamê de hat diyarkirin ku, `Di temenê ciwande windakirina Alataşê gelê me, xwedevanên wê, xebatkarên çapemeniya azad û em ji dil xemgîn kirine. Em ji hevala xwe Alataşê ji Xwedê rehmet dixwazîn û sersaxiyê ji malbat û xizmên werê dixwazîn. Serê gelê me saxbe`.
Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê jî peyameke weşand û got: "Bi xemgînî û dilekî şikestî em sersaxiyê didin hevser, malbat û dostên nivîskara kurd; welatperwer û mirovhez Evrim Atlaş."
**
Nûçeya eleqedar: