Buhuþta Tercal
Egît Yar
Ne li ser xêrê be, ez li Alanya dimînim. Sebeb? Ê wele ne hûn bipirsin û ne jî ez bibêjim. Gotinek heye dibêje: "Kereng-pero bi ku de?" Ew jî dibêje: "Wele ez jî nizanim, ji ba bipirsin." Yên ku vê nivîsê bixwîne û dûrî Welêt û diya xwe bin, ewê tê derxe ka ez dibêjim çi. Bi awayekî ji aweyan, vî bayê bextreþ, em dan ber xwe û her berê me yekî da deverkê. Hûn ji cîhên xwe razînin yan na, ez vê yekê nizanim. Ger ez li xwe mikur werim ku, ez qet-û-qet ji vê bihuþta tercêl hez nakim; ango ji cîhê xwe nerazî me. Bêlome be, dema dibe havîn, hema ez dikarim bêjim ku herî zêde, þort û t-þort li xwe dikin. Ev ji bo zilaman derbasdar e. Pîrekên herî nixumandî jî, kevkaniyekî li jor û yekî jî li jêr girê didin û hew. Hûn bawer bikin ku mîrov kincê deh kesan jêbikin û têxe bêrîka þalê xwe, tije nabe. Mebesta min ne ew e ku ez paperaziya çîp-rûtan bikim. Wê rojê min dayikek bi kum-û-kitan, ango bi cil û bergên Dêrikanî girêdayî li sûkê dît, loma min qala ba, kerneg-per û kevkaniyên çîp-rûtan kir...
Ew jî eynê nola dayika min, hûrik mûrik bû. Hêþiya dawa xwe di ber piþta xwe re kiribû û heta tu bêje bes, tev-jidandî bû. Nola meþa çikçiganê, bi çindik dimeþiya. Te digot qey avahiyên bajêr, devê xwe pêre xwar dike û tinazê xwe bi wê dikir, lewara ne li rast û ne jî li çepê xwe dinerî. Hema li tûþa xwe, rewankî dimeþiya. Hin çîp-rûtan, wêneyê wê digþandin. Nola ku tiþtekî seyr dîtibin.
Ew qas xwîna min keliyabû ser wê ku hew dîna min dît, nigên min daye dû wê û li dû wê dimeþim. Kolana çenda bû ku wê li xwe badabû ez pênizanim, tiþta ku tê bîra min ew bû ku, me hev du ji navenda bajêr bi dûr xistibûn. Dayika mina nola morîka þîn-birrik û hûrik, li nêzî parqekê gavên xwe sist kir, min jî bi wê re sist kir. Paþê dageriya parqê û li bin siya darekê rûniþt. Ez jî bi qasî çend gavan jê bi dûr, li ser banqekê rûniþtim. Min nexwest ku bala wê bikeve ser min. Lewra ji kurdekî wêdetir, ez diþêbiyam zirtoleyekî li van deran. Kela dilê min tev rabû û min got hema ezê rabim strana kekê Þivan jê deyn bikim û bi dengê xwe yê ne-dawidî bêjim: “Li welatê Tirkiyayêêê, bajarekî turîstîîîk, rastî dayikek kurd hatim, li çara serê xwe digeriyaaa!/ Min go delaaalê delaaalê’ê!...” Lê dîsa jî min culhet nekir û min di halê xwe û wê de nestra. Ji ber ku niqutî dilê min ku, ewê jî li min vegerîne û bêje: “De lolo qurmuçyooo, rî-gutooo þoqe-telîsooo, ma çi riya te bi min ketiiiye’e! De tu biteqize heri di riya xwedeee!…”
Ma qey pêwîst dike ku ez qala bilbil û qefesa wî ya zêrîn bikim? Gora te bihuþt be Aramê Tîgran. Par van çaxan, tu ji qefesa zêrîn filitî û bû wît-wîta te, te bi kul û meraqa hêlîna kevirî, li Amedê, di Newrozê de, ango di hêlîna xwe ya kevirîde dixwend.
Xwedêyo! Tu kul û meraqa wê hêlîna kevirî, bi me re nebe gorê.
***
Nivîsa Egît Yar a ku berê di Diyarnameyê de hatiye weþandin:
- Nameyek ji Sultan Sulêman re