logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Heyeta ji jinên Şaredarên Bakur pêk tê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kirin
  2. Li Parlemena Ewropayê konferansa li ser pirsgirêka kurd û pêvajoya aştiyê li dar dikeve
  3. Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin
  4. 'Ew jina herî xweşik bû'
  5. Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye
news-details

Di hilbijartinê de psîkolojiya bangaşiyê

Divê mirov psîkolojiya civakê û hin aforîzmên bangaşiyê yên bê hişmendî xuya dikin, vala nebîne. Têkiliya bangaşiyê û ps

  • Dîrok: 06/06/2018
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Fêrgîn Melîk AYKOÇ

Divê mirov psîkolojiya civakê û hin aforîzmên bangaşiyê yên bê hişmendî xuya dikin, vala nebîne. Têkiliya bangaşiyê û psîkolojiyê wekî goşt û hestî ye. Kesê psîkolojiya civakê, girseyan û pêkhateyan, radeya têgihîştina wan, bawerî, bendewarî û hêviyên wan baş nizanibe, nikane bangaşiyeke baş jî bimeşîne. Li gel wê divê mirov bizane, ka mirov bi çi soz,  pêşniyaz, perspektîf û afirandina derfetan bikane polîtîka xwe bi beşên civakê yên cuda bide pejirandin. Ev jî rasterast bi zanîna psîkolojiyan girse, kom û pêkhateyan ve girîdayî ye.

Li her dewletê û her partiyên xwediyê derfetên têr in, bi salan e, psîkolog, zanyarên civakî û ragihandin li ser psîkolojî û karlêka bangaşiya li ser gel yan jî hilbijêran bi her aliyê ve lêdikolin û hewl didin ku encamên lêkolînên xwe têkin xizmeta fermandêrên xwe. Xwerû jî di vî warî de bi awayeki kone bikaranina medyayê derdixin pêş. Li ser torbendên cuda yên ragihandinê bi giştî teorî û modelen cur bi cur bi kar tînin. Aforîzm û şiyarên taybetî vala xuya dikin, derdixin pêş. Bê navber wan mîna ku çare û rastî bin pêşkêşê hilbijêran dikin. Tim dijberek, gunehkarek, egereke ji bo kêmasî û xetayên hatine kirin, tê afirandin, hemû sûc lê tên barkirin û ev bê navber tê carandin, di encamê de wekî rastî bin, di mejiyan de didin rûniştin.

Pisporên zanyariya civakî û psîkologên dewleta Tirk ji roja avabûna xwe ve tirsa dijminê hundir û yê der wekî çeka bangaşiya nijadperestî û sorkirina girseyên xwe xwerû tirkên xwe resen dibînin, hilbijartiye û her zerkê mêjiyan dikin. Ew ne tenê bi wê mane, da ku bikanin beşeke kurdan ji bo vê armanca xwe bi kar bînin, bi gotinên wekî; “Kurdê baş/baqil, kurdê xirab/ gasikê dijminê der, yan jî dijminê dîn” di bin hin kategoriyan de parçe dike û dixwaze bi alîkariya wan vê pirsgirêka ji bo xwe talûke dibîne, ji holê rake. Di nava kurdan de jî derdorên berjewendîperest, yên benê xwe dane destê dewleta dagirker, yan jî bi rêya baweriyê hatine xapandin, bi tirsandin û azînên psîkolojîk dikin bendekarên xwe û bi kar tînin. Mînak; cerdevan, kurdên di xizmeta partiyên tirk de hwd.

Dagirkerên tirk, ne tenê bi van xebatên xwe yên zanyariyên psîkolojîk û civakî dimînin. Ew, carinan rasterast carinan jî di rengê sîxwuriyê de, hin kesên bi navê kurdan tevdigerin, yan jî hin partî û komên kurd yê derê Tirkiyeyê jî bi navê kurdan dikin nava tevgerê ku bikanin wê parçebûn û bangaşiya reşkirin û ji çavên gel xistina partî û komên dijber hê kûrtir bikin. Bi taybetî jî di vê hilbijartinê de bi hin kom û komikan, li gel wê li ser medya civakî gelek kesên bi navê kurdan xuya dikin, bi kar tînin. Bi dest û qelemên wan derdorên navbirî di warê psîkolojiyê de mejiyên hilbijêrên kurd tevlihev dikin. Peyvên wekî “boykot,  were hilbijartin wê çi bibe!” Yan jî bi endamên serbixwe beşdarî hilbijartina bûyîn jî beşek ji lîstika vê psîkolojiya dagirkerên tirk afirandî ye.

Li hember van hewldan, fend û fûtên dagirkeriyê, divê her siyasetvanê kurd, şoreşger, ên yekîtiya gelan dixwazin, bizane; ka çi dibêje, kîjan gotin, dikane psîkolojiyeke erênî û kîjan karlêkeke nerênî diafirîne. Mînak; bikaranîna mijara benda hilbijartinê. Dema çend siyasetvan li pey hev hevoka “Dibe ku HDP di bin benda hilbijartinê de bimîne!” bi kar bîne, ev tirsê diafirîne, ew tirs jî di warê psîkolojiyê de karlêkeke nerênî li hilbijêran dike. Dibe ku hin hilbijêr ji ber vê gumanê partiyên din jî hilbijêrin. Lê mirov bi awayekî bi xwe bawer bibêje: “Pirsgirêka me û benda hilbijartinê tune, divê em hewl bidin ku em bikanin bi hêzeke hê mezintir têkevin meclisê!” Ev bandoreke erênî li hilbijêran dike. Li gel wî, hemû derew û virên psîkologên dagirkeriyê afirandiye teşhîr bikin, hê baştir dibe.

Divê hem rayedar, xebatkar û dilxwazên HDP'ê û hem jî gelê me vê rastiya di bangaşiya hilbijartinan de wek mij û sergêjkirineke sawa psîkolojîya rojane, her saniye tê weşandin, bibînin. Bi her awayî hewl bidin ku bikanin dijpsîkolojiya vê bangaşiya qirêj biafirînin. Gava em bikanin vê xinizî û sextekariya dagirkeran pûç bikin, wê serketin nêzîk be.

06.06.2018, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news

Gelo Gift Orban wê îsal 20 golan biavêje?

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Li ser çîroka H.Kovan Baqî 'Bêexlaq'

ad

Nivîskar Carlos Ruiz Zafon mir

ad

Starta FîlmAmedê hat dayîn

ad

Ligel qedexeyê jî Xelatên Apê Mûsa hatin dayîn

ad

Ji Gultan Kişanak û Abdullah Zeydan peyam

ad

Çi eleqeya muzeyan bi dolar heye?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Heyeta ji jinên Şaredarên Bakur pêk tê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kirin

  • 11 10 2026
news

Li Parlemena Ewropayê konferansa li ser pirsgirêka kurd û pêvajoya aştiyê li dar dikeve

  • 11 10 2026
news

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

  • 12 10 2026
news

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye

  • 12 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname