logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Hin agahiyên li ser hilbijartina Iraqê

Duh li Iraqê û herêma Kurdistanê hilbijartin pêk hat. Vane hin agahiyên li ser hilbijartinê:

  • Dîrok: 08/03/2010
  • Beş: Nûçe

Duh li Iraqê û herêma Kurdistanê hilbijartin pêk hat. Vane hin agahiyên li ser hilbijartinê:


Barzanî serkeftina prosesa hilbijartinê pîroz kir

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya bidawîhatina prosesa hilbijartina parlamentoya Iraqê peyamek pêşkeşî gelên Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

Ev jî teksta peyama serok Barzanî ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Silavên birayetiyê

Ji bo serkeftina prosesa hilbijartina parlamentoya Iraqê, ez pir kêfxweşim ku germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî hemû gelê Iraqê û bi taybetî jî gelê Kurdistanê bikim.

Spasiyên bê‌ dawî ji bo gelê Kurdistanê û hemû birayên delal ên pêşmerge, polîs, asayîş û hemû dezgehên pêwendîdar bi parastina ewlehî û asayîşa li Herêma Kurdistanê ku karîn hewayeke aram ji bo welatiyan dabîn bikin da ku bi azadî û dilniyayî dengên xwe bidin.

Spas ji bo hemû Kurdistaniyên derveyî welat ku tevî astengiyên li ber beşdariya wan ji aliyê hinek‌ ji regezperestan ve, lê wekî ku me dît bi coş û xweşiyeke çûn serî sindoqên dengdanê.

Ez spasiya hemû aliyên siyasi yên ku beşdarî hilbijartinê bûne dikim ku bi hîmeta hemû aliyek rê nedan ku tu bûyereke nexweş rû bide û bi vê yekê jî hilbijartin bi awayeke asayî birêve çû.

Her wiha ez spasiya hemû medyayan dikim û her ji niha ve jî pîrozbahiya li wan hemû xuşk û birayan dikim ku baweriya gel bi dest xistin.

Ji bo me Kurdistaniyan jî dûpat dikim ku divê‌ li hemberî pirsên neteweyî yên me yek helwest bibin û nûnerên gelê Kurdistanê pêkve ji bo bicihanîna destûrê, nemaze maddeya 140’ê kar bikin.

Li ser asta Iraqê jî hêvîdar im ku em hemû xwe li ber çav derbas bikin û bi birayetî alîkariya hevdû bikin û pêkve Iraqeke federal û demokrat pêk bînîn û girêdayî destûrê bîn û li Iraqê yasa serwer bibe û em hemû jî pêkve hewl bidin şerê terorê ji Iraqê dûr bixîn û berjewendiyên bilind ên welat jî ji aliyê hemû aliyek ve li ber çav bigirîn.

 

***

Rêjeya beşdarîkirina iraqiyan di hilbijartinê de ji %62 ye

 

Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan ya Iraqê aşkere kir ku rêjeya beşdarîkirina welatiyan di hilbijartinên parlamentoyê de li seranserê Iraqê ji%62 ye.

Endamê civata Komîsyoan Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan Hakim Serdar Ebdulkerîn vê êvarê di civîneke çamepeniyê de li Bexdayê li ser rêjeya beşdarîkirina welatiyan di hilbijartinên palamentoya Iraqê de, axivî û diyar kir ku li seranserê Iraqê ji%62 dengderan beşdarî hilbijartinê bûne.

Ebdulkerîm diyar kir li derveyî welat jî 275 hezar iraqiyan dengê xwe dane.

Paşê endama civata komîsyonê Hemdiye Hisênî jî hûrgiliyên beşdarîkirina welatiyan li parêzgehên Iraq û herêma Kurdistanê aşkere kir ku bi vî awayî ye: “

1-Neynewa %66

2-Kerkûk %73

3-Diyale %61

4-Enbar %61

5-Bexda %53

6-Babil %63

7-Kerbela %62

8-Wasit %60

9-Seladehîn %73

10-Necef %61

11-Qadisiye %62

12 Zîqar %60

13-Mîsan %50

14-Besre %57

15-Silêmanî %73

16-Hewlêr %76

17-Dihok %80

18-Musena %61

** 

Hevpeymaniya Kurdistanê li Musilê lîsteya duyê ye

Cîgirê berpirsê melbenda Musilê ya YNK’ê Kebîr Goran ji malpera me re got:” Li gor encamên destpêkê, Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê li ser asta parêzgeha Musilê, Hevpeymaniya Kurdistanê lîsteya duyê ye pêbînî dikin ji 31 kursiyên Musilê 8-7 kursiyan bi dest biêxe.”

Derbarê namzetên YNK’Ê de jî Goran got:” Tevî ku saxtekarî di hin cihan de hatiye kirin, heta nuha li gor dengdên ku hatine jimartin, namzetên YNK’ê nêzî 15 hezar deng bi dest xistine. Em texmîn dikin li navçeyên Zumar,Şêxan û Mexmûrê namzetên YNK’ê ser kevin. Lê heta nuha dengên taybet û dengên li derve nehatine jimartin.”

Ev agahî ji malpera Pukmedia.com/kurdî hatine girtin

 

Parve Bike

Youtube Me
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Îmzeyek ji bo 'Bila Androida Kurdî çêbe'

ad

Di du hefteyan de 22 sivîl hatin kuştin

ad

Ereb zêde hene yan kurd?

ad

Melezgîrî ji bo ziman meşiyan

ad

Li ser vexwendina HDP'ê Hevseroka PYD'ê derbasî Bakur bû

ad

Kovara xêzeromana bi kurdî ya zarokan 'GOG' li benda alîkariyê ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname