Amed
Di maça Diyarbekirspor û Bursasporê de bûyer derketin, maç di deqîqeya 17'an de hate betalkirin. Serokê Diyarbekirspor, Teknîk Dîrektorê Diyarbekirspor, Serokê DÎSKÎ Spor û Serokê Baroya Amedê derbarê maça Diyarbekirspor û Bursasporê de axivin.
Vane dîtinên li ser betalkirina maçê.
Serokê Diyarbekirsporê Çetin Sumer li avahiya klûbê daxuyaniyeke da û wisa axivî:
- Lîstikvanên Bursasporê jixwe organîze bûbûn. Ji bo maçê nelîzin pîj dan temaşevanan, wan dixwest maç betal bibe. Ez û rêveberên me me xwe da ber tiştên ku têne avêtin. Em bûyerên wisa napejirînin. Tiştên ji trîbunan dihatin avêtin li lîstikvanên me jî diket. Dîsa tiştek li pişta hakêm ket lê haket serê xwe pêdigirt. Ev yek me didin fikirandin. Her kes li maneyê digeriya.
- Maça me ya ku di Bursayê de hate lîstin temaşevanên me wekî 'terorîst' nîşan dan, di wê maçê de bûyerên ku derketin ji vê maçê zêdetir bûn lê hakêm anons jî nekir. Ji ber ku Serokê Klûba Bursaspor û rêveberên wê di wê maçê de lêborîneke jî nexwest temaşevanên me hatine vê astê.
- Di maçê de kelevanê Bursasporê Ivankov bi israr tiştên hatine avêtin wekî ku bavêje temaşevanan nîşan dida û kaptan Huseyin Cimşir jî ji bo temaşevanan tehrîk bike ketibû nav tevgeran, vê yekê jî temaşevanên me yên ku jixwe kela wan rabûbû bû sedema hêrsbûna wan.
- Piştî çûyîna hakêm a odeya kincguhartinê bi 2-3 deqîqeyan lîstikvanên Bursasporê ji statê veqetiyan. Ez ji bo bi hakêm û çavdêran re hevdîtinê pêk bînim û biryarê hîn bibem nîv saet sekinîm. Lê çawa hakêm çû odeya kincguhartinê bi du sê deqîqeyan lîstikvanên Bursasporê ji maçê veqetiyabûn jî. Maçeke wisa giran divê hema cerekê de nehata betalkirin. Wê were bîra we li Stada Şukru Saraçoglu di maça Fenerbahçe-Galatasaray da serê hakêm şikiya, kêl lêdan. Ji îro zêdetir di gelek maçan de bûyer derdikevin lê ew maç didomin. Wekî me tîmeke ku din dijwerê wê biryar bêne dayîn nîn e. Digel ku em li hemberî Trabzon, Sêwas, Denîzliyê têk çûn jî van temaşevanên me bi çepikan ew tîm bi rê kirin. Lê di maça yekem ku me li Bursayê lîst de rûmeta temaşevanên me hate şikandin. Divê mirov vê xesasiyetê fêm bike. Piştî ku hakêm çû odeya kincguhartinê me hewl da ku temaşevanan aş bikin û em bi ser ketin jî. Lê maç ji zû de hatibû betalkirin. Em li bendê ne ku Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê di vî warî de adil û pejinkar tevbigere. Berevajî wê tirsa me ew e ku fûtbol wê li Başûrêrojhilat bi dawî bibe. Di vê navberê de li ser helwesta Ertugrul Saglam a hemberî rêveberên me yên klûbê jî em wî şermezar dikin.
Li ser maçê dîtinên din:
Teknîk Dîrektorê Diyarbekirsporê Guvenç Kurkar:
Xwezî tiştên çêbûn li Bursayê û li vir çênebana. Bi ya min tam temaşevanên me êdî disekiniyan. Tişteke wisa heye, çi diba bila biba temaşevanên me hêrsbune, di pîjdanek herî biçûk de jî wê ev yek bikira. Em 1-0 li pêş bana û di deqîqeya 70-80'yan de lîstikvanekî li hemberî temaşevanan tevgerek nîşan bida dibe ku tiştên xirabtir biba û wê me bi biryara hukmî têkçûyî nîşan bidana. Ger tiştên wisa çênebana û maç bihata lîstin meyê ew têk bibira. Me gelek dixwest em bi ser bikevin û ew daxwaz bi me re hebû. Nebû em çi bikin. Tiştên ku piştî niha çêbin muhîm in. Kî çi dibêje bila bibêje emê ji lîgê nekevin."
Serokê Klûba Şaredariya Bajarê Mezin DÎSKÎ Spor Metin Kilavuz:
Biryara betalkirina maçê şaş e. Li maça Bursayê ji vê derê zêdetir bûyer derketin, maç betal nebû. Ev biryara betalkirina maçê wê tesîra wê ya neyînî li bajêr çêbe. Biryar divê nebetalkirina maçê ba. Em hêvî dikin ku federasyon li hev bicive û biryareke nû bigire. Divê maç nehata betalkirin.
Serokê Baroya Amedê Emin Aktar:
Di maça ku li Bursayê hate lîstin de madeyên şewitîr jî avêtin nav sehayê lê maç betal nebû. Li Amedê tu anons nehat kirin lê hakêm çûn odeya kincguhartinê. Armanca hakêm ne ew bû ku 90 deqîqe maçê bide lîstin. Ji bo maç bilîze hakêma tiştên diket ser wan neanî cih. Biryara herî adil ew e ku maç careke din bê lîstin. Biryardayîna têkçûna bi hukmî ya Diyarbekirsporê wê şaş be. Hakêm alî digirt. Ji bo ku maç betal bibe wisa bûyerên mezin derneketin.
**
Nûçeya eleqedar:
- Maça Diyarbekirspor hat betalkirin